Meclîsa Jinan a HDPyê: AKP naxwaze dengê jinan bibihîze
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Berdevka Meclîsa Jinan a HDPyê derbarê 25ê Çiriya Paşiyê, Roja Tekoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinan gotiye, “Îqtîdara AKPyê jî îsal li gelek deveran naxwaze dengê jinan bibihîze û dixwaze vê meşa jinan û dengê jinan bibirre.”