Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê ya ku gelek rêxistinên jinan tê ne, Di derbarê ‘’25ê Çiriya Paşiyê Roja Navnetewî ya Têkoşîna li dijî tundîya li Jinê’’ daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Platformê diyar kiriye ku ew bi navê jinan, bi nasnameya jinbûnê li seranserê cîhanê hene û ew ji bo maf, jiyan û destkeftiyên xwe bi bihayên giran li ber xwe didin.
“Berxwedan û têkoşîna me hedef tê girtin”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku şîdeta mêran bi rengekî berçav berdewam dike, “Hêz û serdestîya mêran bi lêdana her cûreyê, bi maskeyên mêtinger, fobiya LGBTI+yan û êrîşa li hemberî jinan didomîne. Hikûmet qirkirinên jinan û sûcên nefretê nakin hedef, lê destkeftiyên me û têkoşîna me hedef digre.’’
‘’Em ê ji bo hevûdu, ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê û ji bo hemû jinên ku hatine qetilkirin bi maskeyên xwe yên berxwedana xwe ya 25ê Çiriya Paşiyê li Kadıkoyê bin.’’
Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê wê di 25ê Çiriya Paşiyê saet 19:30an de li Kadıkoyê xwepêşandaneka girseyî li dar bixe. (EMK/VU/FD)