Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Berdevkê Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê 25ê Çiriya Paşiyê li Wanê Roja Tekoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinan li Wanê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Taşdemîrê behsa biryarên qedexeyan yên ji bo xwenîşandanan kiriye û gotiye, “Em îro li Wanê, li qadan tundiya li ser jinê şermezar dikin. Lê mixabin îqtîdara AKPyê îro ji bo ku em dernekevin qadan çi ji destê wan hat, kir. Ne tenê li Wanê, ji bilî vir li Stenbolê, li Batmanê, li Şirnexê jinan xwestin derkevin qadan û tundiya li ser xwe şermezar bikin, lê mixabin derketina wan a qadan hatiye qedexekirin.”
“AKP derketina qadan qedexe dike”
Taşdemîrê di axavtina xwe de wiha gotiye:
“Hûn jî dizanin, îro 25ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser jinê ye. Li hemû dinyayê jin derdikevin qadan û tacîz, tecawîz û tundiya li ser jinan rexne dikin û dixwazin polîtîkayên îqtîdaran ya li ser jinan şermezar bikin. Lê belê îro li her derê derketina jinan a qadan hatiye qedexekirin. Îqtîdara AKPyê jî îsal li gelek deveran naxwaze dengê jinan bibihîze û dixwaze vê meşa jinan û dengê jinan bibirre.
“Bi rastî jî jin, ev demeke dirêj e di dîrokê de rastî her cure tundiyê tên. Lê jin li hemberî vê tundiyê her ku diçe berxwedana xwe zêde dikin. Lê belê em dizanin ku ev hevdeh sal e, tundiya li ser jinan, tacîz û tecawiza zarokan her ku diçe zêdetir dibe. Li her derê xwesteka jinan ew e ku mafê wan ê jiyanê hebe û ew bijîn. Jin bang dikin û dixwazin bibêjin ‘em dixwazin bijîn’. Ji ber ku êdî jin bi awayekî curbicur têne qetilkirin. Li qadan, li nav malan, li her derê rastî êrişa tundiya dewletê, rastî hişmendiya mêran tên û têne qetilkirin.”
“Zihniyeta qeyûm hemû saziyên jinan girtin”
“Yekemîn dixwazin jinan bêparastin bihêlin. Bi rêya, bi zihniyeta qeyûm, saziyên jinan hatin girtin. Di nav şaredariyan de sîstema jinan, daîreyên jinan hebûn lê dest dane ser hemûyan û ew vala kirin. Piştra jî jinên ku derdiketin qadan û tundiya li ser jinan şermezar dikirin hatin girtin û ew avêtin zindanan. Em bala xwe didinê îro li zindanan, ji dayikan bigire heta ciwanan, ji parlementeran bigire heta hevserokên jin hemû di zindanan de û berxwedana xwe mezin dikin. Naxwazin tundî derkeve holê, dixwazin îradeyê bişikînin. Bi vî avayî dixwazin rejîma xwe li ser tundiyê ava bikin û wisa li ser piyan bisekinin. Îro zihniyeta AKPyê ya qeyûm ev yek xistiye meriyetê. Naxwaze jin bi îrade li ser piyan bisekine.” (FD)