Zanîngeha Bilgiyê pêşangeha “li dû zimanekî” pêk anîye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koma Lêklîna Li Ser Çandên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Bilgiyê duhî li Stenbolê pêşangehek pêk anî. Navê pêşangehê “li dû zimanekî – ji salên 90ê heta îro ji bo çandê berxwedanên zimanê zikmakî” bû.
Pêşangeh li Karşi Sanatê ye û dê heta 17ê Hezîranê bê nîşandan. Pêşangeh bi piştgiriya Balyozxaneya Swêdê ya li Stenbolê, Friedrich Ebert Stiftung û Weqfa Civaka Vekirî hatiye amadekirin. Karşi Sanat û bianetê jî ji bo hevgiriyê alîkariya çêkirina pêşangehê kiriye.
Mijarên pêşangehê li ser zimanên çerkezî, lazî, hemşînî, ermenî û kurdî ne.
Di pêşangehê de serhatiyên sazî û rêxistinan hene. Serkeftinên wan ên ji bo zimanê zikmakî û xeyalşikestinên wan hene.
Koma lêkolînê ji van kesan pêk tê: Prof. Bülent Bilmez, Bayram Şen, Elif Yıldız, Esengül Ayyıldız, Ferda Önen Cemri, Gül Hür û Zeynep Yeşim Gökçe. Didem Dayıyê dîzayna pêşangehê çêkiriye.
Hin kesên ji derveyî akademîyê jî piştgiriya akademîyê kirîn hene: Hikmet Akçiçek (Komeleya Lêkolîn û Liserpêyanhiştina Çanda Hemşînan), İsmail Bucaklişi (Enstîtûya Lazan), Sevan Değirmenciyan (Weşanxaneya Arasê), Yaşar Güven (Rojnameya Jinepsê), Zana Farqînî (Komeleya Lêkolînên Kurdan).
Di pêşangehê de hevpeyvîneka bi şêwirmenda projeya bianetê, Nadire Materê re jî heye.
Bulent Bilmezî li ser pêşangehê got:
“Me dît ku her kesekê/î çîrokeka cida ya li ser zimanî heye li ser vê yekê me biryar da em bikevin pey zimanan.
“Ji aliyekê ve polîtîkayên dewletê hebûn.
“Em nikarin bibêjin ji ber ku mereqa hinek kesan li ser zimanî hebû wan lêkolîn li ser zimanî kiriye. Li vî welatî bi can û dil berxwedana ji bo zimanî hatiye kirin.
(AO/MB)
LI AMEDÊ TUNDKARIYA POLISAN
"CÎMERê xwestiye ku di warê dîsiplînê de sûcê îşkenceyê were lêkolînkirin"

Ev her du pirtûk êdî azad in
.jpg)
Dadgeha Bilind ji bo lîstika Mem û Zînê biryara xwe daye

KOMELEYA HÊVİYÊN RENGÎN
Li Amedê akademîya mafên zarokan wê were vekirin

Çayan Demîrel teqawid bûye, dewlet wê îtirazê bike
