LI AMEDÊ TUNDKARIYA POLISAN
"CÎMERê xwestiye ku di warê dîsiplînê de sûcê îşkenceyê were lêkolînkirin"

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Sûrê, navçeya Amedê di şeva 18ê Çiriya Paşiyê de di nava ciwanan de gengeşe çêbûbû. Piştî gengeşeyê polîs hatine cihê bûyerê û ji ciwanan destî yekî ji piştê ve kelemçe kiriye û bi pehînan lêdabû. Piştî dîmenên bûyerê belav bûye Alper Yalçin, aktivîstê mafparêz serî li Sîstema Navendî ya Ragihandina Serokomariyê(CIMER) daye.
Yalçinî diyar kiriye ku muemeleya hatiye kirin “îşkence”ye. CIMERê ji Yalçinî re peyam şandiye û gotiye, “Bi armanca mijar di warê dîsîplînê de were nirxandin serlêdana we ji bo Midiriyeta Şaxa Lêpirsînê û Karên Hiqûqî ya me hatiye şandin.”
Yalçinî bertek nîşanî bersiva CIMERê daye û gotiye, “biryara lêkolînkirina sûcê îşkenceyê di warê dîsîplînê de kesên ku sûc kirine diparêz e.
Herweha Yalçinî destnîşan kiriye û gotiye, “Dema min serî li CIMERê da min kategoriya ‘îxbar’ê hilbijart. Li cihê ku CIMER sûcê îşkenceyê ji dozgeriyê re bişîne ji Rêvebiriya Emniyeta Amedê re şandiye. Ez ji ber vê şaşmayî mam.”
Çi bûbû?
Li Sûrê, navçeya Amedê di şeva 18ê Çiriya Paşiyê de di nava ciwanan de gengeşe çêbûbû. Piştî gengeşeyê polîs hatine cihê bûyerê û bi darê zorê yek ji ciwanan avitibûn erde û deste wî ji piştê ve kelemçe kiribû û bi pehînan lêdabû.
Dîmenên ciwanê kû polîsan bi lêdanê ew desteser kiribû derketibû holê. Di dîmenan de polîsê sivîl ciwanekî devarû xistiye erdê û bi kulm û pehînan lêdide.
Her wiha polîsan dayika ku bertek nîşanî derpkirina kurê xwe daye jî derp kiribû. Ciwanê ku bi lêdane hatibû desteserkirin dadgehê bi hinceta ku “Li dijî polîsan li berxwe daye” biryara girtina wî dabû.
(AO/AY)
Ev her du pirtûk êdî azad in
.jpg)
Dadgeha Bilind ji bo lîstika Mem û Zînê biryara xwe daye

KOMELEYA HÊVİYÊN RENGÎN
Li Amedê akademîya mafên zarokan wê were vekirin

Çayan Demîrel teqawid bûye, dewlet wê îtirazê bike

EREN AYSAN, KEÇA BEHÇET AYSANÎ:
"Bîranîn li dijî çanda lîncê hişyariyeke"
