Fotograf: Bîranîna Komkujiya Sêwasê (AA / Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 27emîn salvegera Komkujiya Sêwasê de meşa ji bo salvegerê bi hinceta pandemiyê hatiye qedexekirin. Derbarê qedexekirina meşê de Eren Aysan, keça wêjevan Behçet Aysanî yê di di qetlîamê de hatibû kuştin, got ku meş mafekî demokratîke: “Li gorî nêrîna me bîranîn pir girîng in, ji ber ku ev li dijî çanda lîncê hişyariyeke.
Aysanê wiha berdewam kir: “Di rojên Koronayê de jî mafên demokratîk maf in. Ez bawer dikim ku di rojên Koronayê de jî di çarçoveyeke guncav de mêş bê kirin. Li Yewnanistan û hin welatên din jî meş hatin lidarxistin. Destûrê didin lê meşeke bimesafe tê birêvebirin.”
Tenê 100 kes wê bikaribin beşdar bibin
Walîtiya Sêwasê ji ber pandemiyê bîranîna li ber Madimakê ya roja pêncşemê 2ê Tîrmeha 2020an di navera saet 10.30-14.00an de, bi şertê pîvana mesafeya sosyal bi 100 kesî sînordar kiriye û lîsteya navên beşdaran xwestibû. Walîtîyê ragihandibû ku dê destûrê nedin meşê.
Her wiha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kiriye ku dê beşdarî bîranîna li ber Otela Madimakê bibin. Tê çaverêkirin ku Tûlay Hatîmogullari, cîgira Hevserokê Komîsyona Baweriyê, parlamenter Gulistan Kılıç Koçyigit, Kemal Bulbul, Zeynel Ozen, Tûrgût Oker, parlamenterê qonaxa 25an û rêveberên partiyê beşdarî bîranînê bibin.
Di 27 salan de gelek bêhiqûqî pêk hatine
Eren Aysanê got “Di 27 salan de ew qas zêde bêhiqûqî pêk hatine ku heke bixwazin wan tevan vebêjin, dem têrê nake” û wiha pê de çû: “Piştî bêhiqûqiyên 27 salan em hê jî wek 'birîneke nekewiyayî' li vê bûyerê dinêrin. Em fêr nebûn ku bi hişê xwe li ser vê meseleyê bifikirin. Nehiştin em hîn bibin.” (AO/AY/FD)