Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çayan Demîrel, derhênerê dokumanteran di encama têkoşîna 4 sal û nîvê de bi ser ketiye û mafê teqawidiyê bi dest xistiye.
Dadgehê rapora Tipa Edlî qebûl kiriye û biryar daye ku Çayan Demîrel ji 18ê Adara 2015an û pê ve teqawid bibe. Ji sedî 99 rapora kêmendamiyê ya Çayan Demîrelî heye lê ev 4 sal û nîv e hewl dida ku mafê malnişîniyê bi dest bixe.
Ayşe Çetinbaş, hevjîna Çayan Demîrelî got ku ew gelekê kêfxweş in lê yekser nikaribin meaşî werbigirin. Lewre ji ber ku doz winda kiriye dewlet wê bixweber li dij biryarê derkeve:
“Helbet em gelekî rehet bûn. Gelekî kêfa Çayanî hat. Piştî ewqas raporên neyênî min digot qey wê ev kâbus biqede. Me digot qey em ê yekser meaşê xwe bistînin lê pêvajoyeke wiha wê li pêş me be. Ji ber ku dewletê doz winda kiriye wê bixweber li dij biryarê derkeve. Ew pêvajoya Îstînaf û ya Dadgeha Bilind a em hîn bûbû wê li vir jî pêk were.”
“Ji ber pandemiyê em nikarin wî derman bikin”
Ayşe Çetinbaşê ji bo tenduristiya Çayan Demîrelî jî wiha axivî:
“Ti guhertineke Çayanî nîne. Bi tenê ji ber pandemiyê hemû dermankirin û terapiyên wî betal bûn. Em bêhtir li malê ne. Ji ber vê, ji hêla laşî ve hinekî bi paş ketiye. Ji hêla psikolojîk bandorê lê kir.
“Ji serî de min hewl dida ez bêdeng nemînin. Digel rewşa Çayanî ewqas diyar bû weke bi qest ev biryar didan. Li hêlekê me xwest balê bikişînin ser rewşa binpêkirina mafên kêmendaman.” (AO/FD)