Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyên nexweş li Amedê daye destpêkirin di roja 296em de li pêş Edlîyeya Amedê didome.
Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Parlamenterê HDPê yê Amedê Hişyar Ozsoy tev li çalakiyê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Reşahat Ada, xwişka Hamdûsena Ada girtiyê nexweş û Hişyar Ozsoy axivîye.
Bang li Wezîrê Dadê û Serokomar kiriye
Reşahat Adayê diyar kiriye ku berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û ew bang li hemû dinyayê, Wezîrê Dadê û Serokomar dikin ku qanûnan bicih bînin û girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye bila bên berdan. Adayê destnîşan kiriye ku ew vê zilmê qebûl nakin.
“Aysel Tûglûk ji bo tolhildanê di girtîgehê de ye”
Parlamenterê HDPê Hişyar Ozsoy jî axivîye û daye zanîn ku ew zilma li ser girtiyan qebûl nakin û wê hesabê vê yekê bipirsin. Ozsoy gotiye ku girtiyên nexweş li ber çavê Wezîrê Dadê û rayedaran dimirin lê denge xwe dernaxin.
Ozsoy anîye ziman ku kes bi vê zilmê nagihîje cihekî û heke bigihîştayê dê Kenan Evren di wê zilmê de bi ser keta. Ozsoy da zanîn ku ev dewlet ewqas qels bûye ji Makbûle Ozer a 80 salî jî ditirse. Enqere heta qirikê xetimî ye û bi girtina mirovên 80 salî hêza dewletê nîşan dide. Ozsoy gotiye “heta dawiyê ew li cem têkoşîna malbatên xwe ne. Em rewşa Aysel Tûglûkê dizanin. Tevî ku raporên heyete hene jî bi mebesta tolhildanê Tûglûk li girtîgehê tê girtin.”
Ji xizmên girtiyan Aslihan Tîmûrê jî diyar kiriye ku yekane daxwaza wan ew e ku li welatekî adil bijîn û gotiye "Heta pêkanînên derhiqûqî yên li ser zarokên me bi dawî bibin em ê li vir bin."
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.(AS/AY)