NOBETA WICDAN Û EDALETÊ
Ozsoy: Erdogan ê ku di polîtîkaya derve de tenê dimîne tecrîtê datîne ser civaka sivîl
Nobeta Wicdan û Edaletê ya HDPyê li Parka Yogûrtçûyê di roja çarem de ye. Hişyar Ozsoy ê ku îro di civîna çapemeniyê de axivî, polîtîkayên derve û hundur ên AKPyê û Erdoganî rexne kir.