Şaredariya Peyasê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de xebatên xwe didomîne. Rêvebira Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li Atolyeya Hunerê ‘Bernameya Çand û Ziman’ li dar xist.
Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, Rêvebira Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê diyar kiribû ku ew ê roja zimanê dayîkê bi gelek çalakiyên cihêreng pîroz bikin. Yek ji wan çalakiyan “Bernameya Çand û Ziman” e ku li Atolyeya Hunerê hat li dar xistin.
"Em ê her roj, her qadê bikin rojên pîrozbahiya ziman"
Xwendekarên atolyeya hunerê, malbatên xwendekaran û gelek welatî başdar bernameyê bûn. Di bernameyê de axaftina destpêkê Cîgirê Hevşaredaran Yilmaz Guneş kir û wiha got:
“Yek ji armanca bernameyê ew e ku bi hestiyariya ji bo parastina mîrateya ziman û çandê em xebatên xwe zêde bikin û pêşve bibin. Ji ber vê yekê me biryar da ku em ê pîrozbahiyan di rojekê tenê de nahêlin û em ê her roj, her qadê bikin rojên pîrozbahiya ziman, heta ku ev ziman bibe zimanê perwedehiyê…”
Piştî axaftinan bername bi çalakiyên cihêreng yên weke konser, şano, govend û pêşbaziya ziman bi dawî bû.
Hevşaredarên Peyasê Roja Zimanê Dayîkê pîrozkirin
Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar bi peyamekê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê pîroz kirin. Hevşaredarên Peyasê di peyamên xwe de Roja Zimanê Dayîkê li hemû zimanan pîroz kirin û destnîşan kirin ku xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li civak û dîrokê ye.
Peyama ku Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar bi kurmancî da wiha ye:
“Zimanê zikmakî berhema nirxên dîrok, civak û çandê ye. Xwedîderketina li zimanê zikmakî tê wateya xwedîderketina li dîrok, civak û çanda me. Di her qadên jiyanê de wergirtina xizmetên bi zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye. 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li hemû gelê me pîroz be.”
Hevşaredar Cengîz Dundar jî peyama xwe bi zimanê Zazakî da û wiha got:
“Îro li cîhanê derdora heft hezar zimanên zikmakî hene û herî kêm sê hezar ji wan di bin xetereya windabûnê de ne. Mirina zimanekî tê wateya mirina gel û dîroka wî gelî. Jiyan û perwerdebûna bi zimanê dayikê nirxek e gerdûnî ye. 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz be.”
Ji Meclisa Jinan hişyariya ji bo ziman
Ji bo 21ê Sibat û 8ê Adarê Meclîsa Jinan ya Şaredariyê û Rêvebiriya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê (Kayapinar) bi rojeva pîrozhiyên 21ê Sibatê û 8ê Adarê civiyan. Di civînê de ji roja ku Meclisa Jinan a Şaredariyê hatiye avakirin heta îro, li ser xebatên ku kirine sekinîn û ji bo pîrozbahiyên rojên pêş dê çi bernameyan saz bikin jî axivîn. Di civînê de biryar hat dayîn ku “wê bi berdewamî bicivin, bênavber xebatên xwe binirxînin û van xebatan bidomînin”.
Her wiha di civîna Meclisê de ji bo pîrozbahiyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê jî xebatek dan pêşiya xwe.
Li gor bernameyê çalakî wê di 17ê mehê de dest pê bike û heta 21ê mehê bidomin. Li Xalxalokê dê şahiyek bê lidarxistin û 21ê Sibatê were pîrozkirin.
(ED/AY)