Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 23ê Cotmeha 2024an de di çarçoveya hevdîtina malbatê de piştî 43 mehan cara yekemîn bi biraziyê xwe Omer Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê re hevdîtin kir.
Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kiribû ku tecrîda li ser wî didome û weha gotibû, "Ger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derxînim ser qada hiqûqî û siyasî."
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de behsa 'mafê hêviyê' ji bo Ocalan kir û di 26ê Mijdarê de jî weha got, "Em li bendê ne ku di navbera Îmraliyê û koma DEMê de rû bi rû hevdîtin bên kirin."
Piştî vê DEM Partiyê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike heman rojê serî li Wezareta Dadê da.
Wezareta Dadê piştî mehekê bersiva erênî da serlêdana DEM Partiyê û Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28ê Kanûnê de li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Piştre Ahmet Turk jî tevli şandeyê bû. Li ser daxwaza Ocalan Onder, Buldan û Ahmet Turk bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kirin.
Nîqaşên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ya ku careke din derketiye holê, bênavber berdewam dikin.
Têkildarî van geşedanan em bi xelkê Amedê re axivîn û me pirsa nêrîn û fikra wan a li ser pêvajoyê kir.