Wêneyên Sedat Sunayî yên “Bedenên Polîtîk”

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sedat Suna rojnamegerek e ku ji bo European Pressphoto Agency (EPA) kar dike. Sunayî ji bo EPAyê wêneyên deqên polîtîk yên li ser laşê mirovan girtine.
Sunayî diyar kiriye ku ew demek e ew çavdêrîyê dike. Wî dîtiye ku jimara mirovên deqên polîtîk li ser laşê xwe çêdikin zêde bûne.
Politic Bodies in Turkey
— Sedat Suna (@sedatsuna) September 13, 2019
Photo story by Sedat Suna/EPA-EFE
For more pictures and caption check —> https://t.co/8mT3vKbTpe @epaphotos pic.twitter.com/p2WzCzGzK6
Ji ber wê dest bi projeya xwe ya “bedenên polîtîk” kiriye.
“Min dît ku li mîtîng û protestoyan kesên deqên polîtîk li ser laşê xwe çêkirîn zêde dibin. Ew kesên ku min wêneyên wan jî girtîn ew kes in ku di van salên dawiyê de deq li laşê xwe çêkirine.”
Sedat Sunayî eşkere kiriye ku ji meha Adarê ve wî dest pê kiriye ku li mirovên li laşê xwe deq çêkirîn digerre.
"Heta niho min wêneyên 11 kesan girtiye. Qasî ku ez dibînim herî zêde wêneyên Ataturkî û îmzeya wî li ser laşan hatiye nexişandin.
"Wêneyên Hz. Elî gelek hene.
"Min ji kê re behsa projeya xwe kiribe xwestine ez wêneyên wan bigirim û piştgiriya min kirine. Bi tenê çend îstisna hebûn ku nexwestin."
(HA/MB)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
