Fotograf: Roza Yiğit / bianet
Serokê berê yê Baroya Amedê, Tahîr Elçî ku heft sal berê di êrîşekê çekdarî de li ber Minareya Çarling a Sûrê hatibû qetilkirin, îro li Amedê bi merasîmeke taybet hate bibîranîn.
Baroya Amedê û Weqfa Tahîr Elçî ya Mafê Mirovan bernameya bibîranînê li dar xistin. Turkan Elçî, rêveberên Weqfa Tahir Elçiyî, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û endamên lijneya rêveber, serokên baroyên bajarên kurdan û yên Tirkiyeyê, Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB), Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, Wekîla Serokê Koma HDPyê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDPyê yê Amedê Îmam Taşçier û gelek parêzer jî di bîranîne de amade bûn. Beşdar li ber Dadgeha Amedê kom bûn û ber bi Minareya Çarling ve meşiyan.
Hevkar û hezkiriyên Tahîr Elçîyî bi hilgirtina pankartên "Em te ji bîr nakin", "Em hemû Tahîr Elçî ne", "Qetilkirina Tahîr Elçî dê nebe kuştina kiryarnediyar", "Tahîr Elçî Nemir e" heta Minareya Sûra dîrokî meşiyan.
Li ber Minarêya Çarling strana Ahmet Kayayî ya bi navê "Diyarbakır Türküsü"(Strana Amedê) û axaftina Tahîr Elçî ya li dijî şer û aloziyên di nav bajaran de kiribû, hat guhdarîkirin. Beşek ji axaftina Tahîr Elçiyî wiha bû: "Li vê herêma dîrokî, li vê herêma qedîm ku bûye dergûş û mal û warê gelek şaristaniyan, em li vê qada hevpar a mirovahiyê çek, pevçûn û operasyonan naxwazin. Em dibêjin bila şer, pevçûn, çek û operasyon ji vê herêmê dûr bikevin."
Eren: "Di dosyayê de destwerdana derve derket holê"
Di bernameyê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û bal kişand ser pêvajoya doza kuştina Tahîr Elçiyî: "Taloqkirina dozê 8 meh bi şûn de li ser navê hiqûqê skandalek mezin e û di dosyayê de jî destwerdana derve derket holê. Tevî van hemû bêhiqûqiyan jî em careke din bi bîr tînin û dibêjin, em tu carî rê nadin ku hûn kuştina Tahîr Elçî wek kuştineke asayî bibînin û doza wî jî wek kuştineke asayî bibînin. Ji ber ku em dizanin, di sedsala dawîn de li Tirkiyeyê gelek kuştinên siyasî nehatine ronîkirin. Em baş dizanin ku bi îradeyeke xurt a siyasî dê hemû aliyên kuştinên bi vî rengî ronî bikin."
"Disa Mijdar dîsa payîz"
Piştî Erenî hevjîna Elçîyî, Turkan Elçî helbesta ku ji bo hevserê xwe nivîsîbû xwend.
"Dîsa Mijdar e dîsa payîz e
Dîsa di destê bi hezaran de qurnefîl
Hatine ku biçînin li ser wan kevirên reş
Her sal qurnefîlên li ber Minarêya Çarling hinek din zêde dibin."
Altûn: "Tahîr Elçî navê aşitiyê ye"
Alîkarê Serokê Giştî yê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) Gûrkan Altunî jî anî ziman û got, Tahîr Elçî bi navê aştiyê li ber Minareya Çarling nefesa xwe ya dawî da û weke kevoka aştiyê li ezmanan dimeşiya: "Serok Tahîr dengê wan kesan bû ku dengê wan nehat bihîstin. Belkî jî çavên koran bû. Serok Tahîr jî bû dengê welatiyên me yên ku bi wan torosên spî yên li vir hatin rûxandin. Wî hewl da ku nîşanî yên nikarin bibînin bide û ji yên ku nikarin bibihîzin re ragihîne."
Piştî daxuyaniyê, girseyê qurnefîl danîn cihê Elçî ku lê hatibû qetilkirin. Merasîm bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Tahîr Elçî Nemir e" bi dawî bû.
Bernameya bibîranîna Tahîr Elçiyî li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê bidawî bû.
Çi bûbû?28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin Pêvajoya DarazêSerdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye. Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan. Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta "bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê" ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi "kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî" tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin. Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin. |
(RY/FD)