Stranbêj Nûr Donmez: Ji ber rolên zayendî hunermendên jin rûbirûyê zihmetiyan dimînin

Sitranbêj Nur Dönmez (38) ji Wanê ye û ji beşa dersdêriya muzîkê ya Fakulteya Hunerên Bedew mezûn bûye. Rêwitiya wê ya mûzîkê jî wek gelek hunermendan hê di temenekî biçûk de û di nav malbatê de destpê dike. Bav û bapîrê wê her tim di nav malbatê de sitrandine û ev dengê heyî di gohê Nurê de maye. Nur hee wiha perwerdehiya şanê ango deng dide û dersdêra mûzîkê ye.
Ev demeke ku li Wanê me û heta niha bi gelek şêwe û rengên cuda gelek sitranbêj, komên mûzîkê û kar xebatên mûzîkjenan min temaşe kir. Xwezî ev atmosfer û eleqeya li ser mûzîka kurdî û her wiha li ser cureyên wê li hemû bajarên me hebûya. Yek ji van sitranbêj û mûzîkjena ku pirzimanî distire jî Nûr Donmez e.
Nûr Sonmezê têkildarî muzîk û zihmetiyên ku rûbirû dimîne bi bianet kurdiyê re axivî.
Kar û xebatên hunerî
Sitranbêj Nûr heta niha 6 xebatên singlê çêkirine û weha got: “Ez bi muzîka Kalan/Z re bi salan dixebitim. Ji bilî xebatên xwe, min di projeyên gelek hunermendan de jî cih girt. Di dema pandemiyê de min bi Kemal Sahir Gürel re xebatek kiribû. Di albûma Mehmet Atli ya ji bo 30 salîya hunera wî de jî bi strana ‘Ya Ere Ya Na’ cih girt. Niha jî ez di nav xebatên albûmekê de me û ez difikirim ku di demên nêz de projeyên xwe yên nû biweşînim.”
‘Jin her tim bi zahmetiyan re rû bi rû ne’
Di berdewama axaftina xwe de Nûrê diyar kir ku hunermendên jin, çi di warê muzîkê de be, çi di warên din ên hunerê de be, di dirêjahiya dîrokê û di cîhana hunerê ya îro de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin û ev tişt anî ziman: “Ez difikirim ku ev zehmetî di serî de ji newekheviya zayendî ya civakê derdikevin. Di nav de pêşdarazî, cudakarî û astengiyên avahî hene. Dema ku jin hunerê dikin, ji ber rolên zayendî, di heman demê de zehmetiyê dikişînin ku berpirsiyariyên malbatî û kariyera xwe ya hunerî bi hev re bimeşînin. Yanî bi eşkereyî, ew dikarin bi fikarên wekî ‘Zarok çêdike, dev ji hunera xwe ber dide’ re rû bi rû bimînin."
"Lê belê, bê guman, tevî van hemû zehmetiyan jî, hunermendên jin bi awayekî aktîf têdikoşin, bi zêdekirina xuyabûna xwe dikarin van tabûyan bişkînin. Ez wekî hunermendek jin difikirim ku avakirina kolektîfên hunerî, bikaranîna medyaya civakî bi awayekî efektîf, beşdarbûna festîvalan, zêdekirina konseran dikare bandora wan di civakê de hê zêdetir xurt bike. Lêbelê, ji bo ku nûnertiyek bi tevahî wekhev were misogerkirin, ez difikirim ku di vê mijarê de zêdetir hişyariyê çêbikin û ji bo ku ev hişyarî li qadên berfireh belav bibe, xalek krîtîk e.”
‘Dixwazim teknîkên mûzîkên çandên etnîkî, bi sentezeke nû ava bikim’
Di dawiya axaftinê de Sitranbêj Nûr Donmez destnîşan kir ku li ser erdnigariyeke xwedî paşxaneyeke çandî ya berfireh dijî û anî ziman: “
Ez xwe wekî parçeyek mîraseke pirzimanî û pirçandî dibînim. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku muzîka ku ez çêdikim di nav têkiliya çandan de ye. Armanca min ew e ku perwerdeya akademîk a ku min wergirtiye, teknîkên muzîkên çandên etnîkî bêyî ku wan dejenerasyona bikim, bêyî ku avahiya wan a orîjînal xera bikim, bi sentezeke nû li muzîka xwe zêde bikim. Bi gelemperî, ez xebatên xwe di vê çarçoveyê de dimeşînim. Heta ku şert û merc destûrê bidin, ez plan dikim ku bi vî awayî berdewam bikim.”
(WT/AY)
Samî Hêzil: Wergêrên kurd wergerê wek karekî profesyonelî nakin

Herdem Merwanî: Hestên xwe û civakê tînim ba hev

KASEDê duyemîn defîleya cil û bergên kurdî li dar xist

Jinên wêjekar ji bo teşwîqkirina ziman û wêjeya kurdî şevbuhêrkek li dar xistin

Li ser sûrên dîrokî yên Amedê bi meşaleyan Newroz hat pîroz kirin
