Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Karsaz û mafparêz Osman Kavala jî tê de 16 rojnameger, nivîskar, plansazê bajarvaniyê, parêzer û hunermend têne dadkirin.
16 kes bi tohmeta ku di dema çalakiyên Parka Geziyê* de “hewldane hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji nav bibin” hatin dadkirin.
Parêzerên Osman Kavalayî li ser dozê daxuyanîyek daye. Parêzeran diyar kiriye ku Dadgeha Qanûna Bingehîn digel ku şerh kiriye dîsa jî biryara wê wek delîlekê hatiye nîşandan ka hiqûq li kû ye?
Di civînê de Koksal Bayraktarî diyar kir ku dadgerên dozê bi rê ve dibin sê caran hatine guhertin:
“Li Sîlîvrîyê du caran pey hev rûniştinên dozê hatin pêkanîn me li wê derê dît ku dadgerê dozê hatiye guhertin. Dadgerê dozê biryara serbestberdana Kavalayî dabû. Dadgerekê di dîwana dadkirinê de ji ber ku qebûl nekir li dijî Kavalayî biryar hat dayin.
“Heta niho sê dadgeran serokatîya dîwana dadkirinê kiriye. Me di pêvajoya dadkirinê de dît ku bi tenê yek dadger nehatiye guhertin.
“Me eşkere kir ku ew kesê 707 rojan di girtîgehê de mahî wextê maqûl yê girtîbûnê temam kiriye. Me eşkere kir ku ev yek binpêkirina Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.”
*Doza Çalakîya Gezîyê
16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê polîsan operasyon li dar xistibû û Porf. Dr. Betul Tanbay û Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolû Kulturê Yîgît Ekmekçî, endamên Lijneya Rêveberiyê Alî Hakan Altay, Koordînatorê Giştî Asena Gunal û produktor Çîgdem Mater û Meltem Aslan, xebatkarên rêxistinên civaka sivîl Yîgît Aksakoglû, Fîlîz Telek, Bora Sari, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Hande Ozhabeş hatibûn desteserkirin.
Bixwîne - Dozgeran ji bo Osman Kavala û 15 mafparêzan muebeda zehmetkirî xwest
16ê Çiriya Paşiyê piştî îfadegirtina wan Hande Ozhabeş, Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Asena Gunal u Bora Sari û Meltem Aslan, 17ê Çiriya Paşiyê jî Prof. Dr. Betul Tanbay, Yîgît Ekmekçî, Hakan Altinay, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Çîgdem Mater hatibûn berdan.
Yîgît Aksakoglû ku li Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê xebatên civaka sivîl dikir hatibû girtin.
Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveber ê Anadûlû Kulturê ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê û vir ve bêyî ku îdianame ji bo wî bê amadekirin girtî ye.
Dozgerî ji îfadeyê bang li Atalay, Kahraman, Yapici, Saymadi, Agabeyoglû kiribû
Di çarçoveya lêpirsîna Geziyê ya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dimeşîne, rêveberên Şaxa Buyukketa Stenbolê ya Odeya Mîmaran û ji Piştevaniya Taksîme Mucela Yapici û parêzer Can Atalay, plankarê bajarvaniyê Tayfûn Kahraman, endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Ji nû ve avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP) Ahmet Saymadî û Halûk Agabeyoglû, 28 û 30ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfade dabûn.
Îdianameyeka 657 rûpelî 20 Sibatê hatibû amadekirin. 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 4ê Adara 2019ê ev îdianame qebûl kiribu. Di îdianameyê de li gel Can Dundar û Mehmet Alî Alabora kesên din ên ku tên tohmet kirin ev in:
Endamê Lijneya Rêveber a Anadolu Kultur A. Ş.yê Ali Hakan Altinay, Mîmar Mucella Yapici, lîstikvan Ayşe Pinar Alabora, sînemager û rojnameger Çîgdem Mater Ûtkû, Nûnera Tirkiyeyê ya Weqfa Civaka Vekirî Gokçe Yilmaz, nivîskar Handan Meltem Arikan, Koordînatora Navenda Pêşxistina Civaka Sivîl Hanzade Hîkmet Germiyanoglû, Înanç Ekmekçî, alîkarê derhênerî/ê, sînemager û reklamsaz Mîne Ozerden, parêzer Can Atalay, Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxê Stenbolê yê Odeya Plansaziya Bajaran ê TMMOBê û endamê Lijneya Rêveber ê heman saziyê, akademisyen Tayfûn Kahraman, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveber ê Anadolu Kultur A. Ş. yê û Endamê Lijneya Rêveber ê Dibistanên Weqfa Terakkiyê Yîgît Alî Ekmekçî.
Lijneya Wezîran a 61ê bûye dozdar
Di îdianameyê de Lijneya Wezîran a 61ê weke dozdar hatiye nîşandan. Kesên di wê Lijneyê de cih digirtin ev bûn:
Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan, alîkarê serokwezîrî Bulent Ariç, Alî Babacan, Beşîr Atalay, Bekîr Bozdag û Emrûllah Îşler, Wezîrê Behrvanî, Ragihandin û Veguhastinê Bînalî Yildirim, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş, Wezîrê Zanyarî Pîşeyî û Teknolojiyê Nîhat Ergun, Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, Wezîrê Ciwanan û Sporê Sûat Kiliç, Wezîrê Çandinî, Xida û Ajalvaniyê Mehdî Eker, Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Hayatî Yazici, Wezîrê Navxweyî Mûammer Guler, Wezîrê Geşepedanê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Çand û Hunerê Omer Çelîk, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, Wezîrê Perwerdeya Milî Nabî Avci, Wezîrê Berevaniya Milî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Daristanan û Avê Veysel Eroglû, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû, Wezîrê Ekonomiyê Zafer Çaglayan û Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn.
746 kesan giliyên 16 kesan kiriye
Di îdianameyê de navê 746 kesan weke kesên giliyê 16 kesan kirine, hatiye nivîsandin.
Dîsa tohmetên derbarê 16 kesan de wiha hatiye nivîsandin:
"Xwestine Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji navê bibin û pêşî li wezîfekirina wan girtine, zerar û ziyan dane mal û milkan, bi awayekî xurt zerar û ziyan dane mal û milkan, madeyên bixeter li cem xwe girtine û dane hin kesên din, zerar û ziyan dane perestgehan û goristanan, muxalefeta li dijî yasaya hejmar 6136ê, bi awayekî xurt talankirin, bi awayekî xurt birîndarkirin û muxalefeta li dijî yasaya hejmar 2863yê.
Karsaz û mafparêz Osman Kavalayî jî tê de dadgehkirina 16 rojnameger, nivîskar, plansazê bajarvaniyê, parêzer û hunermendan li 30em Dadgeha Cezayê Giran, li Kampusa Silivriyê berdewam dike.Dadgehê biryar girtiye ku Osman Kavala neyê berdan
(HA/MB)