Sirri Sûreyya Onderê HDPyî: Komîsyon rêbazeka mijûlkirinê ye

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dîwana Birêvebiriyê ya Parlamena Tirkiyeyê dê ji akademîsyen û dadnasan lijneyekê çêbike ku ew lijne dê rewşa parlamenterên girtî yên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) şîrove bike.
Li ser vê mijarê parlamenterê HDPyê Sirri Sûreyya Onderî ji bianetê re got:
“Lijneyeka lêkolînê dê neyê çêkirin. Serokê parlamentoyê dê li gor xwe hin akademîsyen û dadnas hilbijêre. Ew lijne dê lê binêre ka parlamenterên girtî dê bikarin beşdariya çêkirina yasayan bibin an na û dê vê yekê ravebikin.
“Ev yek ji rêbazên mijûlkirinê ye.”(TP/BK/MB)
Kronolojîya girtin û desteserkirina parlamenterên HDPyêPiştî ku parêzbendiya parlamenterên HDPyê hat betalkirin gelek parlamenterên HDPyê hatin desteserkirin û bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan. 13 parlamenter hatine girtin. Herî dawiyê parlamenteriya Yûksekdagê hat betalkirin. Di 4ê Çiriya Paşiyê de, hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, berdevkê HDPyê Îdrîs Balûken û parlamenterên HDPyê Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gûlser Yildirim, Ferhat Encû û Abdullah Zeydan hatin girtin. Di heman operasyonê de polîsan Ziya Pir, Sırrı Süreyya Önder, İmam Taşçıer, Hüda Kaya, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Lezgin Botan, Nadir Yıldırım desteser kiribû û bi şertê kontrola edlî serbest berdabû. ** Di 7ê Çiriya Paşiyê de parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Aydogan hat girtin. ** Di 13ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de Dadgeha Cezayê Giran a 2. biryar da ji ber lêpirsîna KCKyê parlamenterên HDPyê Osman Baydemir, Dirayet Taşdemir, Çağlar Demirel, Selma Irmak, Ahmet Yıldırım, Besime Konca, Alican Önlü û Nadir Yıldırım bi zorê bê anîn. Cihgira hevserokên HDPyê Çaglar Demîrel û parlamentera HDPyê Besîme Konca hatin girtin. ** Di 4ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, Leyla Bîrlîk hat serbestberdan. ** Di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, parlamentera HDPyê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hat girtin û di heman rojê de hat serbestberdan. ** Di 30ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de berdevkê HDPyê Îdrîs Balûken hat serbestberdan. ** Di 31ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, berdevkê HDPyê Ayhan Bîlgen hat girtin. ** Di 15ê Sibata 2017ê de Ferhat encû hat serbestberdan. ** Di 17ê sibata 2017ê de Ferhat Encû dîsa hat girtin. ** Di 21ê Sibata 2017ê de parlamenteriya hevseroka HDPyê, Fîgen Yûksekdagê hat betalkirin. Bi vê yekê hejmara parlamenterên HDPyê ji 59ê bû 58. ** Dadgeha Cezayî ya Bazidê 5 meh cezayê girtinê da Selahattîn Demîrtaşî. ** Di 6ê Adara 2017ê de polîsan parlamenterê HDPyê, Alîcan Onlû li Dadgeha Dêrsimê desteser kir.(EKN/MB) |
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
