Kovara wêjeya Kurdî Kurd Inalco û Koma Xwendinê ya Parîsê wê dest bi rêzesemîneran bikin. Rêzesemîneran yekem wê bi beşdariya Selîm Temoyî pêk were.
Bername wê di bin navê “Pûnga li Parîsê” li dar bikeve û Selîm Temo wê besa wêjeya kurdo û helbestan bike. Hevpeyvîn 4ê Kanûna Pêşiyê, roja şemiyê li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye. Di bernameyê de Kendal Nezan jî wê biaxive û Serdar Ay moderatoriyê bike.
Piştî semînerê wê Selîm Temo pirtûkên xwe îmze bike.
"Pûnga Li Bajêr" demeke berê çap bûbû
Pirtûka nû ya helbestan a Selîm Temo derketiye. Pirtûka bi navê “Pûnga Li Bajêr” piştî çapkirina pirtûka “Keştiya Bayê” bi pênc salan hatiye weşandin.
Weşanên Darayê pirtûk çap kiriye ku ji du beşan û 33 helbestan pêk hatiye.
Weşanxaneyê pirtûk bi van gotinan daye naskirin: “Pûnga li Bajêr, di poetîkaya Temoyî de wek qonaxeka nû dixuye. Ramanên kesane, îmajên dîtbarî, bihîstyarî û hestyarî ji nav pirtûkê difurin. Bala mirovî dikêşe ku Temo li cografya û hestên zarokatî û ciwaniyê vedigere û ji wir dipeyive.” (FD)