Selîm Temoyî, du sal piştî çapa pirtûka xwe ya bi navê “Pûnga li Bajêr”, pirtûkeke nû ya helbestan çap kir. Navê pirtûka Temoyî “112 Hesp û Xezelek” e û besta xwe ji hespên dîrok û çanda kurdan girtiye. Temoyî di pirtûka xwe de navên 361 hespan anîne û li ser 112 ji wan helbest nivîsîne.
Pirtûka nû ya Selîm Temoyî, "112 Hesp û Xezelek", Weşanên Darayê çap kir. Pirtûk ji 113 helbestan pêk hatiye ku bi giştî hezar û 94 riste ne. 112 ji van helbestan ji devê hespan in û bi zimanê hespan diaxivin. Helbesta dawîn ku bi forma xezelê hatiye nivîsîn, ji 112 beytan pêk tê. Di vê xezelê de dengê helbestkarî bi xwe tê bihîstin ku hem behsa cîhana xwe dike, hem jî behsa serpêhatiya xwe ya bi hespan re.
Ji Delû Nîgarê heya Sêvoya Sêling, ji Gêjo heya Kose Etmakî, ji Xezalê heya Cilfîferazê, ji Dêroyî heya Hoqabê Şeşpê bi sedan hesp di pirtûka 112 Hesp û Xezelekê de dişehin, dixarin, dixewin û diaxivin. Cumhur Ölmezî edîtoriya pirtûkê kiriye û bergê pirtûkê ji aliyê Sadık Hangülî ve hatiye çêkirin. (FD)