Pirtûka nû ya helbestan a Selîm Temoyî çap bûye
Selîm Temoyî piştî pirtûka xwe ya bi navê "Keştiya Bayê" bi pênc salan pirtûkeke din a helbesta weşandiye. Di pirtûkê de 33 helbest hene.

Pirtûka nû ya helbestan a Selîm Temo derketiye. Pirtûka bi navê “Pûnga Li Bajêr” piştî çapkirina pirtûka “Keştiya Bayê” bi pênc salan hatiye weşandin.
Weşanên Darayê pirtûk çap kiriye ku ji du beşan û 33 helbestan pêk hatiye.
Weşanxaneyê pirtûk bi van gotinan daye naskirin: “Pûnga li Bajêr, di poetîkaya Temoyî de wek qonaxeka nû dixuye. Ramanên kesane, îmajên dîtbarî, bihîstyarî û hestyarî ji nav pirtûkê difurin. Bala mirovî dikêşe ku Temo li cografya û hestên zarokatî û ciwaniyê vedigere û ji wir dipeyive.”
Sadiq Hangul berg û sêwirîna pirtûkê amade kiriye û Cûmhûr Olmezî jî edîtorî kiriye. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.