Saziya Îlanên Çapemeniyê biryar da ku di sala 2024an de piştgiriyê bide rojnameyên kêmnetewan. Saziyê di sala 2023yan de piştgirî nedabû van rojnameyan.
Saziya Îlanên Çapemeniyê di navbera 21 û 23yê Sibatê de Civata Giştî de biryar dabû ku alîkariyê bide komeleyên çapemeniyê û rojnameyên kêmnetewan.
Li gorî vê biryarê, Sazî wê 700 hezar TL ji bo komeleyên çapemeniyê, 300 hezar TL jî ji bo rojnameyên kêmnetewan terxan bike.
Lê digek ku rêjeya enflasyonê ji sedî 159,95 e, rêjeya piştgiriya rojnayên ermen, rûm û cihûyan weke rêjeya sala 2022yan e. Her weha wê Apoyevmatînî, Agos, Şalom, Jamanak, Nor Marmara û IHO vî pereyî di nava xwe de par ve bikin.
Di sala 2020 û 2023yan de piştgirî neda wan
Saziya Îlanên Çapemeniyê ji sala 2012an û vir ve piştgiriyê dide rojnameyên kêmnetewan. Li gorî “Peymana Aştiyê ya Lozanê, rojnameyên rojane û heftane yên kêmnetewan” ger bi kêmanî 10 salan weşana wan hebe û bi nivîskî serî lê bidin, dikarin piştgiriyê werbigrin.
Li Tirkiyeyê Jamanak û Nor Marmara weşana rojane bi ermenkî, Agos heftane bi tirkî û ermenkî, apoyevmatînî û IHO bi rûmkî, Şalom jî bi tirkî weşanê dike.
Saziya Îlanên Çapemeniyê ji sala 2012yan heta sala 2019an her sal bi rêk û pêk piştgirî dida van rojnameyan. Lê di sala 2020 û sala 2023yan de piştgiriya xwe qut kir. Di sala 2023yan de erdhejên 6ê Sibatê kir mahne.
Di sala 2021yan de li ser hev 350 hezar, di sala 2022yan de jî 300 hezar TL pere alîkarî da rojnameyên kêmnetewan. (HA/FD)