Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şaredarê ku wek qeyûm li Şaredariya Şaxê ya Wanê hatiye erkdarkirin, Haci Asim Akgûl pira li ser çemê Şaxê da xerakirin.
Di dema xerakirina pirê de şaredarê qeyûm, Akgûlî got:
“Ev pir bi daxwaza terorîstan hatiye çêkirin. Terorîstên xwestine li deşta Şaxê çalakiyan pêk bînin dê ev rê bi kar bianiya.”
Mitehidê şirketa Pûsûlayê ku ew pir çêkiriye, Murat Bozdemîrî sebebên çêkirina pirê ji bianetê re got:
“Niştecihên gundê Toygayê heywanan xwedî dikin. Ji ber wê hewce ne ku biçin zozanan. Weke din xelk heywanên xwe ji bo çêreyî dibin deştê jî. Berê ji ber ku nedikarîn ji çemî biborin wan ji şaredarê berê, xwestibû ku ji bo wan pir bêne çêkirin.
“Ji xwe ew der Herêma Ewlehiya Taybet e. 24 sietan hêzên ewlehiyê nobetê li wê derê digirin. Em fêm nakin çima ew wê pirê xera dikin.”(TP/HK/MB)
wêne: Hudayî Gûmûş – Wan / AA