Panel di 8ê Sibatê de li Dêra Surp Giragos hat li dar xistin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevserokê Şaredariya Sûrê Adnan Orhan, Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî Zeynep Yaş, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek zimanzan beşdar bûn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çerçoveya çalakiyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de panelek bi navê ‘Migirdîç Dîkranyanê Diyarbekirî û Metnên Bi Kurdî yên Bi Herfên Ermenkî’ li dar xist.
Prof. Dr. Bulent Bilmez moderatoriya panelê kir û Abdurrahman Yigitalp, Artun Gebenlioglu, İrfan Çagatay, Serhat Bozkurt û Tahir Baykuşak wek axivger di panelê de cih girtin.
Rêvebirê Beşa Pêşxistin û Parastina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin Tahîr Baykuşak têkildarî bername û pirtûka li ser Migirdîç Dîkranyan hatîiye nivîsîn, bi bianetê re axivî.
Tahîr Baykuşak di axaftina xwe de bal kişand ser rola Migirdîç Dîkranyan û ev tişt anî ziman: “Migirdîç şexsiyetekî girîng e ku berhemên xwe bi elîfbaya ermenkî bi kurdî nivîsîne. Ev aliyê wî yê pir zimanî jî wê jiyana Amedê ya pir zimanî nîşanî me dide."
(WS/AY)