Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolê ye

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê bi 3 lîstikan li Stenbolê derdikevin pêşberî hunerhezan.
Lîstik wê di 26-27 û 28ê Gulanê de li Su Gösteri Merkezi bên pêşkêşkirin.
Di navbera jîn û mirinê de
Lîstika ji hêla Melchior Lengyelî ve hatiye nivîsandin û ji hêla Jan Mendell ve ji bo şanoyê hatiye amadekirin bi navê Bûn an jî Nebûn ve bi wergera nivîskarê kurd Dilawer Zeraqî ve wê bê pêşkêşkirin.
Lîstik ji hêla Rûknetîn Gun ve tê birêvebirin û weke lîstikvan jî Yavuz Akkuzu, Özcan Ateş, Mesut Erenci, Elvan Koçer, Berfin Emektar, Gulê Özalp Ulusoy, Kemal Ulusoy, Zeycan Ateş, Sena Özbey, Mehmet Musaoğlu, Şehabettin Dağ ve Emin Yalçınkaya tê de dilîzin.
Lîstik di 26ê Gulanê de dê li Su Gösteri Merkezi saet 20.30ê bê nîşandan.
Qirix bû şano
Stand-up a bi navê “Dawiya Dawî” ya ji hêla lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş ve wê di 27ê Gulanê de bê pêşkêşkirin ku Ateş mijarên civakî bi serpêhatiyên xwe ve dihûne.
Karêkterê karîkatura navdar Qirix ê ku ji hêla karîkaturîst Doxan Guzel ve hatiye afirandin jî dê di 28ê Gulanê roja yekşemê bê nîşandan.
Lîstik ji hêla Kemal Gokhan Gurses ve ji bo şanoyê hatiye amadekirin û tê birêvebirin. Dîsa di lîstikê de şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê Yavûz Akkûzû, Elvan Koçer û Sena Ozbey dilîzin. (BD/YY/FD)
Civata Huner&Çand a Amîdartê wê “deng”ên Amedê tomar bikin

Li Amîdartê hevdîtinên online destpê kirine

Dadgehê ji ber afîşeka filmekî ceza daye Veysî Altay û Dîcle Anterî

Walîtiya Edeneyê şanoyên bi kurdî qedexe kiriye

BÎRCAN DEGIRMENCIYÊ NIVISIYE
Demsala nû ya Şanoya Bajêr a Amedê wê bi "Tartuffe" dest pê bike
