Şanogeha Bajarî ya Amedê dê promîyera lîstika Mozên Keran pêk bîne

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Promîyera lîstika Mozên Keran(Dadgeran) a Arîstophanesî dê 6ê Çiriya Pêşiyê, roja Înê siet 19.00ê li Şanogeha Bajarî ya Amedê bê pêkanîn.
Derhênerê şanoyê Nazim Hîkmet çalişkan e. Piştî dewra havînê Şanogeha Bajarî ya Amedê dewra nû bi lîstika Mozên Keran da destpêkirin.
M. Emîn Yalçinkaya û Nazim Hîkmet Çalişkanî lîstik wergerandiye. Lîstik li ser dadgerana li Yûnanîstanê ya ji beriya zayinê, sedsala 4ê ye.
Çalişkan: Sîstema hiqûqê ya dema antîk dişibe sîstema vê demê
Derhênerê lîstikê Nazim Hîkmet Çalişkanî got:
“Li Atînaya 30 hezar kes lê dijîn 6 hezar dadger hene. Ti kesên dadgeriyê dikin perwerde nestandine. Bi pereyan dadgeriyê dikin.
“Ya rastî sîstema wê demê dişibe sîstema vê demê. Li gor hewceyîyên desthilatan sîstema dadkirinê bi rê ve diçe. “
Kemal Ulusoy, Mehmet Emin Yalçınkaya, Özkan Şeker, Zeycan Ateş, Şahperi Alphan, Mahmut Kösem, Mesut Akar û Dicle Güneş Yavuz di lîstikê de dilîzin.
Berpirsê ronahiyê Ismaîl Dag e. Dîzayna afîşê lîstikê Denîz Ilginê çêkiriye. (BD/HK/MB)
Civata Huner&Çand a Amîdartê wê “deng”ên Amedê tomar bikin

Li Amîdartê hevdîtinên online destpê kirine

Dadgehê ji ber afîşeka filmekî ceza daye Veysî Altay û Dîcle Anterî

Walîtiya Edeneyê şanoyên bi kurdî qedexe kiriye

BÎRCAN DEGIRMENCIYÊ NIVISIYE
Demsala nû ya Şanoya Bajêr a Amedê wê bi "Tartuffe" dest pê bike
