Edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal piştî derket dadgehê, heyeta dadweriyê we bi şertê kontrola edlî serbest kir.
Edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal ku duh hatibû desteserkirin, serbest bû.
Edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal hate desteserkirin
Duh polîsan bi ser mala Nafiye Balê de girtibûn û Bal desteser kiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Bal ji ber lêpirsîna ku di 25ê Nîsanê de bûbû sedema desteserkirina komek rojnamegeran hatiye desteserkirin.
Di vê lêpirsînê de ji ber îfadeyên şahidê bi navê Ûmît Akbiyikî li 21 bajaran polîsan bi ser malan û dezgehên medyayê de girtibûn.
Nafiye Bal, duh li navenda polîsan hate ragirtin. Îro danê sibê, piştî îfadeya xwe li naveda polîsan da, ew şandin Edliyeya Amedê.
Dozgeriyê daxwaz kir ku Bal bi şertê kontrola edlî serbest bibe. Dadweriya Aştî û Cezayî ya Amedê jî li gorî vê daxwazê biryarek da.
“Têkiliya te bi rêxistinê re heye?”
Dema desteserkirî bû polîsan ji Balê pirsîne ku “Têkiliya te bi rêxistinê re heye yan na?”, “Tu çima navê kod bi kar tînî?”, “Ti çalakiyên te bi rêxistinê re plan kirin hene yan na?” û “Ji bo çalakî û xebatan we ji kê ferman girtiye?” ji wê hatine kirin.
Her wiha wêneyê şahid Umît Akbiyikî nîşanî Balê dane û derbarê wî de hin pirs jê kirine.
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan û xebatkarên rojnameya Xwebûnê Bal li ber avahiya edliyeyê pêşwazî kir. (FD)