Edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal vê nîvroyê hat desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan di saetên nîvroyê de bi ser mala edîtora rojnameya Xwebûnê Nafîye Balê de girtin.
Polîsan piştî serdegirtinê Bal desteserkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Piştî îfadeya li miduriyeta polîsan, Bal birin Edliyeya Amedê.
Her weha tê payîn ku Bal dê li dozgeriyê îfade bide.
(AY)