Rojnameger Mehmet Şah Orûçê ku di 25ê Nîsanê de hatibû desteserkirin û girtin, di duyem danişîna dadgehkirinê de, tehliye bû.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînek dabû destpêkirin û Orûç ji ber vê lêpirsînê hatibû desteserkirin. Orûç bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin.
Dadgehkirina Orûçî li Dadgeha Cezayê Giran a 2yem a Bedlîsê berdewam kir. Danişîn pênc saetan piştî dema diyarkirî destpê kir. Orûç tevî parêzerê xwe Resûl Temûrî ji Girtîgeha Ewlehiya wê Bilind a Hejmara 1ê ya Amedê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûn.
Malbata Orûçî, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) Serdar Altan û rojnameger beşdarî danişînê bûn.
Dozgerî di danişînê de nêrîna xwe diyar kir û got ku bila Orûç tehliye nebe.
“Ew dizanin ez rojnameger im”
Orûç paraznameya xwe bi kurdî pêşkêş kir û got, “Ew weke rojnamegerekî beşdarî wan hemû çalakiyan bûye ku di îdianameyê de navên wan derbas dibin. Min weke rojnamegerekî çalaki şopandin. Bi taybet ez şahidê aşkere Umît Akbiyikî nas nakim. Ez rojnameger im û bi gelek mirovan re mixetab dibim. Ti têkilî û diyaloga min a bi Akbiyikî re nîne. Gotiye, ez du salan li ser hev çûme HDPyê. Di salên 2018 û 2019an de hilbijartin hebûn. Dîsa wan rojan girevên pirçîbûnê hebûn ku 200 rojan dewam kirin. Dîsa wê demê kayûm hatibûn tayînkirin. Her roj li HDPyê civînên çapemeniyê dibûn û min jî weke rojnamegerekî dişopandin. Polîs 24 saetan li wê avahiyê dîmen tomar dikirin. Hemû kes dizanin ez weke rojnamegerekî çûme wir. Ne ku ez veşartî çûm wir.
“Ji ber ez rojnamegerekî kurd im, girtî me”
“Bi salan e ez rojnamegeriyê dikim. Ez li gelek bajaran geriyam, min bi sedan nûçe çêkirin. Lê 20 nûçe xistine nava îdianameyê. Dibe ku nûçeyek we aciz bike lê rojnameger neçar in bibin dengê civakê. Li vir rojnamegerî tê dadgehkirin û rojnamegerî ne sûc e. Ji ber ez rojnamegerekî kurd im, ez girtî me.”
Orûçî daxwaza tehliyeya xwe û biryara beraetê kir.
Piştî parastina parêzer Resul Temûr, heyeta dadgehê navberek kurt da danişînê. Heyetê paşê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Orûçî da. Dadgehkirin wê di 6ê Sibata 2024an de berdewam bike.
Çi bûbû?
Mehmet Şah Orûç, tevî 10 rojnamegeran di 25ê Nîsanê de li Amedê hatibû desteserkirin û girtin. Serdozgeriya Komarî ya Amedê îdianameyek derbarê wan de amade kiribû ku 63 rûpel bû. Di îdianameyê de 35 nûçe û parvekirinên wî yên medyaya civakî hebûn. Ew bi van tiştan hate tohmetkirin û dozgerî daxwaz kir ku Orûç bi 22 sal cezayê girtîgehê bê girtin.
(HA/FD)