Li gorî nûçeya nûçegîhana JINNEWSê Şehrîban Aslanê amade kiriye, nûçegîhana JINNEWSê Rena li Girtîgeha Jinan a Amedê ye, serî li Dadweriyê da.
Dadweriyê di bersiva xwe de got ku Ren, “Bi daxwaza xwe li odeyên girtî û hikumxwarên bi rengekî çalak endamên rêxistina PKKyê ne maye” û daxwaza wê nepejirand.
Dadweriyê her weha diyar kir ku “Dema li dosyeya UYAPê (Projeya Darazê ya Netewî) tê dîtin ku, bi zanebûn û bi xwestek alîkarî daye rêxistinê û ji ber vê ceza lê hatiye birîn.”
Di bersiva Dadweriyê de hate destnîşankirin ku, ger hikumxwarek bixwaze ji vî şertî sûdê werbigire, divê ji rêveberiya girtîgehê re bide xwuyakirin ku ew ji rêxistina xwe veqetiyaye.
3 sal ceza lê hatibû birîn
Dadgeha 6an a Cezayê Giran a Rihayê, bi tohmeta ku “bi zanebûn û bi xwesteka xwe alîkariya rêxistinê kiriye” 3 sal û 13 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Derya Renê birûbû.
Piştî Dadgeha Bilind cezayê Renê pesend kir, polîsan di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yan de li Amedê bi ser mala Renê de girt û Ren bir Girtîgeha Jinan a Amedê. (HA/FD)