Rojnameger ji bo Ahmet Şik û hemû rojnamegerên girtî meşiyan

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameger di 100emîn roja girtîbûna Ahmet Şik de hatin ba hev û çalakiya bi navê “Ji bo Ahmet Şik 100 Gav” li dar xistin. Rojnamegeran ji bo rojnamegerên girtî daxwaza azadiyê kirin.
Di çalakiyê de li gel rojnamegeran parlamentera berê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) Melda Onur, Parlamenterên CHPê Sezgin Tanrikulu, Bariş Yarkadaş, Parlamenterê berê yê HDPê Hasip Kaplan, Parlamenterên HDPê Filiz Kerestecioglu, Pervin Buldan û Garo Paylan, zimanzan Necmiye Alpay û lîstikvan Nur Surer beşdar bûn.
Di çalakiyê de li ser navê komê rojnameger Ertugrul Mavioglu daxuyaniya nivîskî xwend:
“Dem derbas dibe, her tişt diguhere. Li Tirkiyê tenê tiştek heye ku naguher e, ew jî çewisandin, tundî û astengikirina azadiya li ser rojnamegeran e. Mînaka herî trajîk a vê jî tekez Ahmet Şik e.
“Ahmet Şik ê di sala 2011an de bi kumpasa dadwer, dozger û polîsên di bin kontrola cemaetê de hat girtin, 100 roj in girtî ye. Çima girtiye?
“Ji ber ku rojnameger e, ji ber ku li eksa hin kesan di rojnamegeriyê de û di lêgerîna rastiyê de israr dike.
“Nebêjin ku em hempîşeyên rojnameger ên wî vî tiştî dibêjin. Na, li eksê wê ne em, lê îdianameya Cumhuriyetê ya hefteya borî hat aşkerekirin dibêje. Hemû sûcdarkirin bi xebatên rojnamegeriyê ve eleqedar in. Jixwe di îdianameyê de 664 caran peyva nûçeyê derbas dibe.”
(TP/EKN/FD)
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
