Di nav bernameya festîvalê de gelek panel û gotûbêj hene:
‘Berawirdkirina Gundikê Dono û Romanên Tirkî’, ‘Di Edebîyata Kurdî de Azmûna Modernîzmê’, ‘Di Edebîyatê de Rengvedana Bajêr wekî Cihekî Kolonyal’ û ‘Bajêr û Hafiza” hene.
Her wiha kargehên nivîskarîya afirîner û dramayê jî di nav bernameyê de cih digirin.
Mêvanê rûmetê yê Rojên Berawirdî helbestvanê sereke yê helbesta kurdî û helwesta entelktuelî Abdulla Pêşew e. Peşêw xebatên xwe yên li ser wêjeyê di destpêkê de li Hewlêr, Moskow, Trablûs û pişt re dîsa li Moskowayê berdewam kiriye, di sala 1995'an de berê xwe dide Finlandiyayê û ji wê rojê pê ve, xebatên xwe li wir didomîne. Îro hîn jî ji bo helbest, ziman û fikra kurdî asoyeke rê nîşandar e.
Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ku di 15ê Mijdarê de destpê kir heta 25ê mijdarê wê bidome. Di roja yekem a Wêjeya Berawirdî de bername bi axaftina nivîskar Malmîsanij destpê kir û şeva helbestan hat lidarxistin.
Derbarê naveroka bernameya Wêjeya Berawirdî de nivîskar Lal Laleş bi bianet kurdiyê re axivî û diyar kir ku ji sala 2013an ve Rojên Berawirdî yên Amedê ligel hemû şert û mercên zahmet heyî jî li dar dixin û ev tişt anî ziman:
“îsal temaya bernameyê bajar e. Gelo bajar çi guhertin di wêjeyê de; wêjeyê çi guhertin di bajar de kirine? Bi taybetî em ê li ser vê naverokê bernameya 5emîn li dar bixin.”