Polîsan li Şîşliyê û Beşîktaşê komek xwenîşander desteser kiriye

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistinên pîşeyî û sendîkayên ku ji bo 1ê Gulanê, Cejna Karkeran li Qada Taksîmê pîroz bikin bang li endamên xwe kiribûn, ji bo biçin Taksîmê saet di 09.30 deqîqeyan de li ber Cevahir AVMyê ya li Şîşliyê kom bûne.
Polîsan rêyên ku ber bi Taksîmê ve diçin, girtiye û piştî meşa wan a bi qasî 100 metreyî mudaxele li karkeran kiriye. Polîsan pênc kes ji Sendîkaya İnşaat İşê, du kes jî ji kovara Devrimci Çozumê desteser kiriye.
Rojnameya Mucadele Birliği li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye ku nûçegihana wan a bi navê Serpil Unal, dema çûye Qada Taksîmê da ku nûçeyên 1ê Gulanê bişopîne, polîsan ew desteser kiriye.
Di vê navberê de li ser rêya Barbarosê ya Beşîktaşê, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) xwestine ber bi Taksîmê ve bimeşin. Lê polîsan 7 kes ji wan desteser kirine.
Polisan mudaxele li endamên Partiya Komunîta Gel (HKP) kiriye ku xwestine ji Kolana Barbarosê ber bi Taksîmê ve bimeşin. HKPyî hatine desteserkirin. (TP/AS/FD)
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
