MEŞA RÛMETÊ
Polîsan herî kêm 361 kes desteserkirin
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çalakiyên Hefteya Rûmetê yê Stenbol LGBTI+ ku îsal cara 30emîn tê lidarxistin. Çalaki bi biryara qeymeqamtiya Beyoglu û Kadikoyê û Walîtiya Stenbolê hatin qedexekirin.
Tevî qedexeyê, Stenbol LGBTÎ+ banga kombûna ji bo Kolana Sîraselvîler a Taksîmê kirin. Li ser vê yekê polîsan danê sibehê li Cihangîr û Sîraselvîlerê barîkat danîn. Kuçeyên ber bi Sıraselviler ve hatin girtin.
Beriya destpêkirina meşê polîsan kafe û barên li Cihangîrê vala kirin. Êrîşî LGBTI+yên li qehwexaneyan rûniştibûn kir. Polîsan LGBTI+yên li wir dorpêç kirin û herî kêm 361 aktîvîstên LGBTI+ ji pişt ve kelemçe li deste wan xistin û ew desteserkirin.
Di nav kesên ku hatin desteserkirin de 3 geştiyarên hollandî jî hebû.
Polîsan li Cihangîrê jî dor li parêzer û rojnamegeran girtin. Piştre jî bi mertalan êrîşî rojnameger û parêzeran kir.
Di vê navberê de rojnameger jî hatin astengkirin ku wêneyan bigirin. Nûçegihanê wêneyan ê AFPê Bulent Kiliç jî ji pişt ve deste wî kelemçe kirin û desteserkirin.
LGBTÎ+yan êrîşa polîsan derbas kirin û li Kolana Cîhangîr Pûrtelaşê hatin cem hev. Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmên "Cîhan wê biheje, ger îbne azad bibin, ger transeksûel azad bibin", "Ne keskesor, cudakarî sûc e", "Kurdistan heye, lûbûnya hene", “ Kuştinên transan polîtîk e." xwendin.
Bi kurtî daxuyanî wiha ye:
“Em wek her sal 26ê Hezîranê roja Yekşemê li Taksîmê 20emîn Meşa Rûmeta LGBTI+ ya Stenbolê li dar dixin.
“Em ku di sala 2013an de bi temaya berxwedanê hatin gel hev û ber bi serhildana Geziyê ve herikîn, li dijî heteroseksîzm û tûndkariyê, li hember zêdebûna homofobî, transfobî û bifobî û her cure fobiyan, li dijî polîtîkayên dewleta serdest a mêr dîsa dibêjin berxwedan.”
"Em bi axîna hemû hevalên xwe yên ji ber nefreta ku bi destê dewletê çêbûye hatine qetilkirin û bûye sedem ku xwe bikujin li vir in. Em ê hesabê Zirve Soylu, Hande Kader, Okyanûs Efe, Eylûl Cansîn, Roşîn Çîçek, Doskî Azad bipirsin, Ahmet Yildiz û hemû hevalên xwe yên din bipirsin.”
"Kurdistan nikare berê xwe ji tevgera LGBTI+yan bizivirîne"
"Em dizanin ku şer û zordariya ku diafirîne gav bi gav her kesî û her tiştî dadiqurtîne. Li hemberî polîtîkayên şer ên giran ên sala 2015an û vir ve û polîtîkayên şer ên li Kurdistanê jî em li ber xwe didin û em ê berxwedana xwe bidomînin. Ne Lubunya dikare berê xwe ji Kurdistanê bizivîrîne û ne jî Kurdistan dikare berê xwe ji tevgera LGBTI+yan bizivirîne.
Têbînî: Beşek ji girtiyan piştî kontrola tenduristiyê û îfadeyên bi şev serbest hatin berdan.
(EMK/TY/RT/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine

Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
