Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ev çend roj in li ser medyayê mijara paşve şandina welatiyên Suriyê ên ku ji ber şer reviyabûn û hatibûn Tirkîyeyê tê nîqaşkirin. Saziyên ku li ser penaberan xebatê dikin li hemberî vegerandina Surîyeyîyan, her diçe zêdetir bertekan nîşan didin.
Eda Bekçî, parêzera Komeleya Penaberan (Multeci-Der) bal kişand ser bi şûn de şandina wan û got; “Li Îzmîrê bûyerên derbasbûnên dijyasayî zêde ne û li vir gelek caran penaber bi paş de tên vegerandin. Bekçiyê axaftina xwe wiha domand:
“Bi darê zorê peymana destûrê bi wan didin îmze kirin”
“Bi taybet sûriyeyiyî di demên dawiyê de tên şandin. Surîye herêma şer e û dê nikaribin wan dersînor bikin. Ji ber wê jî dikin ku wan bi xwe destûra vegerandinê dibin. Ango weke bi biryara wan be nîşan didin.”
“Lê li gor nêrîna me ev peyman bi darê zorê bi penabera didin îmzekirin. Piraniyên penaberan wisa diyar dikin ku destê wan bi kelepçeyê ve girêdayî ye û wan ditirsînin ku wê demeke zêde di bin çavdêriyê de bimînin û wisa bi wan didin îmzekirin. Bi gotinên wek ‘Niha biçe jixwe tu yê dîsa vegerî’ zorê didin wan da ku paşve biçin.”
“Divê venegerînin herêma şerî ”
“Vegerandina penaberan ne li gor Peymana Cenevreyê ye. Li gor Zagona Parastina Navneteweyî a Bîyaniyan vegerandin li hemberî hiqûqa me ya navxweyî ye.”
“Li gor xala 4. ya Zagona Parastina Navneteweyî a Bîyaniyan, mirovên ku li welatê xwe di bin zilm û mirinê de bin, divê ew kes neyên vegerandin.”
“Ev yek wekî keysê tê bikaranîn ”
“Welatên Ewropayê hem ji bo Surîyeyîyan hem jî ji bo penaberên din cîhekariyê dikin û deriyên sînorê xwe digirin.”
“Heke Tirkîye jî bi vî ferasetê tevbigere dê ev mirov bi ku ve biçin, dê rewşa wan çawa be? Mirovahî niha sûcekî mezin dike.” (RT/EKN/DD/FD(
*Dîlek Durgunê ev nûçe wergerandiye
*Wêne: AA- Arşîv