Pêşangeha wêne û xêzewêneyên zarokên Şingalî hat pêk anîn

Ji bo nivîsa Tirkî bitikîne
Digel ku li piranîya wêneyan, wêneyên jinên dîlgitî, yên çarikên reş lê hatîn kirin û yên digirîn bûn jî hin wêneyên nîşanên azadî û hêvîyê lê heyî yên wek roj, çûk û asîmanî jî hebûn. Zarokên 12-15 salî sahma li ser xwe bi xêzkirinê derkirine.
Hûnermendên ji Fransayê bi alîkariya Şaredariya Rennesê, hatîn li ser navê Koma Dostaniya Brotenya-Kurdistanê bi zarokên êzidî re xebitîn.
Hunermendan xêzkirin û girtina wêneyan bi atolyeyekê hînî zarokan kirin, berhemên zarokan li Meydana Fîdanlikê ya Kampa Êzidîyan hatin nişandan.
Hûnermendên Fransî, François Legeoi û Gael Le My sê hefteyan atolyeyeka wêneyan bi zarokan re çêkir.
Hûnermendê ji Silêmanîyê, Dilşad Quhestanî jî di sê hefteyên atolyeyê de dersen çêkirin û rengdana wêneyan dan zarokan.
Tony Rublon hûnermendê wênegirtinê ye wî li dema çêkirina atolyeyê wêne girtine û ew ê belgefîlmekê li ser atolyeyê çêbike.
Dê li Fransayê bê nîşandan
Gael Le Myî dîyar kir ku ew gelek caran hatiye Amedê û wî ji bo xebatên çand û hûnerî yên Şaredariyên Amed û Rennesê kar kiriye. Wî da zanîn ku taybetî wî xwestiye di projeya Êzidiyan de cih bigire.
Gael Le Myî got wêneyên di atolyeyê de hatîn çêkirin dê li Fransayê bêne nîşandan.
François Legeoitî diyar kir ew gelek dixwaze projeyên çandî bi rê ve bibe, wî da zanîn ku hem li atolyeya digel zarokên Sûrê hem jî li atolyeya digel zarokên êzidî wan dîtiye ku zarok dinyaya fikren xwe nişan didin.
Wan sahma/travmaya li ser xwe der kir
Dilşad Questanî hûnermendek e ku 20 sal in li Ewropayê dijî, wî got zarok ji sahma li ser xwe xelas nebûne û di wêneyan de ev sahm eşkere dibe.(BD/HK/MB)
Civata Huner&Çand a Amîdartê wê “deng”ên Amedê tomar bikin

Li Amîdartê hevdîtinên online destpê kirine

Dadgehê ji ber afîşeka filmekî ceza daye Veysî Altay û Dîcle Anterî

Walîtiya Edeneyê şanoyên bi kurdî qedexe kiriye

BÎRCAN DEGIRMENCIYÊ NIVISIYE
Demsala nû ya Şanoya Bajêr a Amedê wê bi "Tartuffe" dest pê bike
