Ev demek bû ku li Wanê li ser dikê, li pişt gelek hunermendên bi gelemperî li ser perkûsyonê jineke ciwan ber çavê min diket. Hem di medyaya civakî de hem jî dema ji bo karê xwe berê min diket Wanê teqez li pişt hunermendekî ev jina ciwan ku bi şêweyeke qedîm û senteza modern li erbane, bendîr, dahol ango tumbayê dida. Dawîya dawî ez çûm min xwe pê da nasîn û jê xwest ku ji xwînerên bianet-kurdîyê re behsa xwe bike.
Yasemîn Bellî 34 salî ye û ji Amedê ye. Dersdêra mûzîkê ye ku di sala 2016an de hatiye îxrackirin. Piştî pêvajoya îxrackirinê di sala 2018an de berê xwe daye mûzîkê û çûye li Zanîngeha Dîlokê beşa Konservartuarê xwendiye. Bi vê pêvajoyê re biryar dide ku ew ê bibe perkusyonereke serkeftî. Malbata wê ji Amedê berê xwe didin Îzmîrê û ew jî ji ber kar û barên xwe piştî zanîngehê diçe Wanê û li wir xebatên xwe didomîne.
Ji tembûrê ber bi perkûsyonê ve…
Yasemînê dibêje ku hê di zaroktiya xwe de meyla wê li ser mûzîkê heye lê bi awayekî rêk û pêk di 19 saliya xwe de dest bi lêxistina amûrên perkusyonê dike. Her çiqas ku di destpêkê de wê bi tembûrê dest bi mûzîkê kiribe jî piştre her diçe ferq dike ku ew zêdetir ji rîtmê hez dike.
Yasemîn Belliyê têkildarî wan rojên xwe wiha got: “ Di demên zanîngehê de min ji xwe re xistibû dert ku ez dest bi enstrûmanekî bikim. Ji ber enstrûmaneke hêsan û erzantir bû û mirov dikarî xwe zûtir bigihêjînêyî min bi tembûrê destpê kir. Pişre rojekî li kolanên Wanê çavê min bi komeke ku li defê dixist ket. Pir xweş lê dixistin û piştî wê ji min re jî bû meraq û wisa min dest bi perkûsyonê kir. Piştî ez hîn bûm min demekî li dawetan jî lêxist. Ne ku ji ber pêdiviya aborî jixwe di wan deman de êdî ez mamoste bûm dixebitîm. Min dixwest ku di kîjan şert û mercê de be jî ez hînî defê bibim û xwe pêş bixim.”
‘Her rîtmekê di tevahiya bedena xwe de hîs dikim’
Yasemînê li ser pirsa min a rîtm ji bo te çi îfade dike, dema tu destê xwe dide erbane, dahol, tûmba ango dembeyê tu çi hîs dike?; bi kelecanî axavtina min birî û wiha got: “Tu dizane dema tiliyên min li ser çermê tûmba, dahol, def û yên din de diçe ji ber ku demarên laşê mirov tev di tiliyan de derbas dibin, ez vê yekê di dil û rihê xwe de hîs dikim, dijîm. Ev girêdaneke ji dil e di navbera min û perkusyonê de. Gelek kes ji min re vê yekê dibêjin ku tu dima li amûrê dixe, dibe qey ji xwe ve diçe.Ev bi van gotinan kêf xweş dibim. Ez bi wan kêliyan re dimînim û bi rîtmê re dijîm.”
Ji Rastak heta Aryen Komê…
Yasemînê heta niha bi gelek komên wek Rastak, Koma Rîtmê ya Ahûrayê re xebitiye. Di vê sala dawî de jî li Wanê bi Aryen Komê, Colemêrg Kollektîv, Ferît Sevîm û hwd derketiye ser dikê. Bi gelemperî rojên xwe bi muzîkê derbas dike û wek gelek jinên li ser dikê ew jî carinan bi hin zahmetiyan re rû bir û dimîne.
‘Divê jinên amûrjen van rolên civakî qebûl nekin’
Yasemînê têkildarî zahmetiyên li ser dikê ev tişt anî ziman: “Di amûrjeniya rîtmê de tê zanîn ku hejmara jinan gelek kêm e. Her çiqas ku di hemû enstrûmanan de ev yek kêm be jî lê di rîtmê de kêmtir e. Jinên li ser dikê jî bi giştî wek vokal derkevin pêş. Ji ber vê yekê jî em jin mecbûr in ku berxwedanekê di vê qadê de jî pêş bixin û li hember vê feraseta jinan tenê di qadekî de heps dike, bisekinin. Her çiqas ev kar ji derve wisa bi delalî xuya bike jî, ji hundir hin tişt diguherin û handîkapên wê hene. Îro jin jixwe di nav jiyana xwe ya civakî de di rolên wê yên civakî de wek kes, zêde derfetên wê yên ku ji bo xwe demê veqetîne ango xwe pêş bixe hema bêjin qet nîne. Ez jî jinên wek min jî em hewld didin ji van rolên civakî yên ku ji bo jinan hatine hazirkirin, xwe azad bikin û di kar û barên xwe yê hunerî de bi hêztir bisekinin. Ji ber ku amûrjenî disiplîneke ciddî dixwaze û ji bo vê jî dem û realiteyek hewce dike. Divê em van rolên civakî qebûl nekin.”
(WT/AY)