Parlamenterê CHPyê Enîs Berberoglû hat girtin

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzi bitikîne
Dadgehê di doza ku ji bo “Nûçeya Kamyonên MİTê” ya di Rojnameya Cûmhûriyetê de hatibû weşandin de ji bo Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Enîs Berberoglûyî biryara girtinê da.
Heyeta dadgehê ya ji serokatê wê Alî Îhsan Horasanî û endamên wê Arîf Atanan û Ayçîn Saylikuyeyê pêk dihat, pêşîn cezayê muebetê yê girtîgehê dan Berberoglûyî û paşê ceza daxistin 25 sal an.
Berberoglû ji bianetê re axivî û got; “Ev dada qaçax a Tirkiyeya nû ye, kesên ku sibê êvarî bi FETOyê re radibin û rûdinên bibin dadwer ev encam derdikeve”.
Doz li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin
8emîn daneşîna doza “Nûçeya Kamyonên MİTê” ya derbarê Parlamenterê CHPyê û rojnamegerê kevin Enîs Berberoglû de hatibû vekirin li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin ku doza Berberoglû û doza Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê berê yê Cûmhûriyetê Can Dundarî û Nûnerê Rojnameya Cûmhûriyetê yê Enqereyê Erdem Gulî kiribûn yek.
Dozger Mehmet Yeşîlkayayî di daneşîna 11ê Kanûna Paşîn a 2017ê de nêrîna xwe anîbû ziman û derbarê Berberoglû de ji ber sûcê “aşkerekirina dokumanên divê nepenî bimînin” cezayê muebetê û ji ber sûcê“bêyî ku bibe endam alîkariya rêxistinê bike” jî heta 10 salan cezayê girtîgehê xwestibû.
Dadgehê dosyeya Erdem Gulî û Can Dundarî ji ya Berberoglûyî veqetand.
Berberoglû û Erdem Gul hatin Avahiya Edliyeya Çaglayanê. Parlamenterên CHPyê jî ji bo şopandina dozê li ber edliyeyê lihev kom bûn. (EA/FD)
Ahmet Şik û Murat Sabuncu beşdarî Nobeta Edaletê bûn

DOZA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglûyî beraet kir

Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin

5emîn CIVÎNA DADGEHKIRINA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Biryar hat standin ku rojnameger girtî bimînin
