Fotograf: Sumeyye Boz / Twitter
Di encama hilbijartina 14ê Gulanê de ji 600 parlamenteran, tenê 121 ji wan jin in. Meclisa ku piraniya wê ji mêran pêk tê, ligel politikayên zayendperest ên AKP-MHPyê niha yên HûdaPar û Partiyên wek Yenîden Refahê jî lê zêdebûn.
Di 14ê Gulanê de hilbijartina Serokomariyê û ya parlamenteriyê ya serdema 28an pêk hat. Ji ber ku di hilbijartina serokomariyê ti namzetekî ji sedî 50+1ê dengan bidest nexist, wê roja 28ê Gulanê tûra duyem a hilbijartina serokomariyê pêk bê.
Derbarê encamên hilbijartinê, tabloya li Parlamentoyê û giringiya tûra dûyemîn a ji bo jinan de parlementera Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Bozê bersiva pirsên bianet kurdiyê da.
Bozê diyar kir ku "Pêvajoya heyî ji ya her demê girantir e, ev tifaqên heyî tenê karekî wan heye. Ew jî qirkirin jinan e. Hewl didin hemû mafên jinan ji holê rakin."
“Tu gotineke tifaqên heyî ji bo jinan tune bû”
Sumeyye Bozê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya beriya hilbijartinê û wiha got: “Di pêvajoya xebatên hilbijartinê de jin bi awayekî xurt tev li xebatan bûn. Tevlibûneke zêde hebû. Li aliyekî tifaqeke ku bi her awayî li hemberî deskeftî û mafên jinan hebû, li aliyê din jî me jinan li hember van tifaqên heyî li ber xwe dida. Ji xeynî Partiya Çepên Kesk tu gotineke van tifaqên din ji bo jinan û mafên wan tune bû.
Herî zêde Partiya Çepên Kesk jin şandin meclisê
Parlamentera Mûş Sumeyye Boz têkildarî hejmara jinên parlamenter diyar kir ku “Hejmara jinan a li Parlamentoyê ji bo temsiliyeta jinan bi rastî jî pir kêm e. Lê tenê lîsteya Partiya Çepên Kesk ji sedî 50yê wê jin bû. Yên niha hejmara li Parlamentoyê jî diyar dikin jixwe em in. Herî zêde partiya me jin şandin Parlamentoyê. Ev yek jî nîşan dide ku Partiya Çepên Kesk li ser soza xwe sekinî û hewl da bi pergala fermûarê temsiliyeta jinan li Parlamentoyê nîvî nivî bike. Bêguman em ji niha ve vê yekê bêjin ku dê ev yek tenê bi hejmarê nemîne. Berê çawa jinên kurd ên siyasetmedar li Parlamentoyê û di her qadeke jiyanê de li ber xwe didan em ê jî hê zêdetir li ber xwe bidin. Ji ber ku ji her demê zêdetir di Parlamentoyê de bloke ku bi ti awayî mafê jinan naparêze û naxwezê heye. Pêvajoya heyî ji ya her demê girantir e, ev tifaqên heyî tenê karekî wan heye. Ew jî qirkirin jinan e. Hewl didin hemû mafên jinan ji holê rakin. Me ev yek di pêvajoya xebatên hilbijartinê de jî dît ku bloka heyî ne Peymana Stenbolê ne jî qanûna ku destkeftiyên jinan diparêze, dixwazin. Yên ku li hemberî vê, li ber xwe bidin jî ji xeynî Partiya Çepên Kesk tu partî tune ye.”
“Li hemberî aqilê mêrperest wê têkoşîna me bidome”
Sumeyye Bozê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hişmendiya partiyên wek Yenîden Refah û HûdaParê ku li dijî mafên jinan disekinin û ev tişt anî ziman: “Tişta esasî ew e ku ji HudaPar heta AKP-MHPyê hewceye mirov li ser hafizeyekê bisekine. Kiryarên Hîzbûllahê ku îro HûdaPar xwe wek parçeyekî ji wan dibine, divê em bînin bîra xwe. Hizbûllahê bi cûreyên îşkenceyê bi sedan insan kuştin û avêtin binê bîran û bi navê ‘faîlên wan ne diyar’ hatin derbaskirin. Raste di parlamentoyê de bi awayekî hejmarî zêde ne. Ger 28ê Gulanê di hilbijartinê de encam neguhere, berxwedaneke dijwar wê li benda me be. Li hemberî vî aqilê ku dixwaze zagonên jinan tune bike, em wek partiya Çepên Kesk çi ji destê me bê em ê bikin û wê têkoşîna me ji her demê zêdetir be.”
"Divê herî zêde jin û nifşên Zyê herin ser sindoqan"
Têkildarî tûra dûyemîn de jî Sûmeyye Bozê da zanîn ku ji bo têkçûna rejîma yekzilamî bi awayekî lezgînî divê bi taybetî jin û nifşên Zyê berê xwe bidin ser sindoqan: “Bi taybetî yên ku herî zêde niha metirsiyek li pêşiya wan heyî jin in. Wek me niha jî anî ziman, bi tevlêbûna Yenîden Refah, HûdaParê hişmendiya AKP-MHPyê çawa Peymana Stenbolê di şevekê de betal kir, dê hewld bidin vê ferasetê belavtir bikin. Kujerên jinan, taciz û tecawizkaran hê zêdetir biparêzin, wê zewaca ji bo zarokên 6 salî biparêzin. Di hilbijartina 14ê Gulanê de yên ku zêde neçûyî ser sindoqan nifşên Zyê bûn. Ji ber wê jî, banga min bi taybetî ji jinan û nifşên Zyê ye re ku herin ser sindoqan û dawiyê li rejîma yekzilamî bînin.” (WT/FD)