Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Merîç Eyûbolûya parêzera Ozlem Dalkiran û Nalan Erkemê li girtîgehê ew dîtin. Dalkiran û Erkem dû mafparêz in ku li Girava Mezin a Stenbolê hatibû desteserkirin û paşê hat girtin.
Merîç Eyûboglû / Parêzer |
Eyûboglûyê eşkere kir ku duhî serê sibeyê Îdîl Eser, Ozlem Dalkiran û Nalan Erkem ji hev hatine cidakirin. Parêzerê eşkere kir da ku hersê mafparêz dîsa bi hev re bimînin ew ê daxwaznameyekê bide girtîgehê.
Eyûboglûyê got: “digel van tiştên [neyînî] jî gellek baş in. Wan slav li her kesên ji bo hevgiriyê dixebitin kir.
Cihê wan hat cidakirin, Idil Eser bi tenê parêzeran dibîne
Merîç Eyûboglûyê piştî hevdîtina digel mafparêzên di girtîgehê de got:
“Heta îro Idil Eserî Nalan Erkem û Ozlem Dalkiran li odaya B’yê bi hev re diman. Duhî serê sibeyê ji beriya hevdîtina me ew ji hev hatine cidakirin.
“Min birêvebirê girtîgehê dît û da dîsa ew bi hev re bimînin ez ê daxwaznameyekê binivîsim.
“Gellek mihom e ku ew bi hev re bimînin. Ji ber ku lêzimên bi dereceya yekê yên Idil Eserê nînin ew nikare ji bilî parêzeran ti kesan bibîne.”
BIXWÎNE: Ji ber ku xizmên dereceya yekem yên Idil Eserê nînin ti kes nikarin biçin serdana wê
Di 5ê Tîrmeha 2017ê de li Girava Mezin a Stenbolê, komek mafparêz ên ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatin desteserkirin.
Mafparêzên polîsan ew desteser kirîn ev in:
İdil Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), İlknur Üstün (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Özlem Dalkıran (Komeleya Welatiyan a Helsînkîyê), Günal Kurşun (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Veli Acu (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Çavdêriya li Mafên Wekhev), Şeyhmus Özbekli (Însiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Dersdêrê mafên mirovan yê ji Swêdê), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan)
(ÇT/MB)