DESTESERKIRINA MAFPARÊZAN
Alî Garawî û Peter Steudtnerên mafparêz ji bo Girtîgeha Silîvrîyê hatin tehlîyekirin

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Mafparêzên Idil Eser, Ozlem Dalkiran û Nalan Erkem ji bo Girtîgeha Silîvrîyê hatibûn şandin, piştî wan ji bo Alî Garawî û Peter Steudtnerî jî heman biryar hat dayin.
Idil Eser, Ozlem Dalkiran û Nalan Erkem ji beriya ku ji bo Silîvrîyê bê şandin li Girtîgeha Bakirkoyê diman.
BIXWÎNE: Ji ber ku xizmên dereceya yekem yên Idil Eserê nînin ti kes nikarin biçin serdana wê
Îlknûr Ûstûn jî yek ji mafparêzan e ku bi heman lêpirsînê tê dadkirin û li Girtîgeha Sîncanê girtî ye.
Parêzerên mafparêzan diyar kirin ku mafparêzên girtî ji bo odeyên girtiyan nehatine birin û ew bi tenê li hicreyan têne hiştin.
Çi bûbû?
Di 5ê Tîrmeha 2017ê de li Girava Mezin a Stenbolê, komek mafparêz ên ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatin desteserkirin.
Mafparêzên polîsan ew desteser kirîn ev in:
İdil Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), İlknur Üstün (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Özlem Dalkıran (Komeleya Welatiyan a Helsînkîyê), Günal Kurşun (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Veli Acu (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Çavdêriya li Mafên Wekhev), Şeyhmus Özbekli (Însiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Dersdêrê mafên mirovan yê ji Swêdê), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan)
Idil Eser, Ozlem Dalkiran, Nalan Erkem, Alî Garawî, Peter Steudtner û Îlknûr Ûstûn di girtîgehan de ne. (ÇT/MB)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
