Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Parêzer Taner Kiliç, Serokê Lijneya Birêveberiya Şûbeya Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî li ser serlêdana parêzerê wî, hatiye tehliyekirin.
Kiliç, Hezîrana 2017ê hatibû girtin, dosyaya wî û ya Buyukadayê di Çiriya Pêşiyê ya 2017ê de kiribûn yek dosya.
Parêzerê Kiliçî serî li 35em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê daye û daxwaza tehliyeya Kiliçî kiriye. Dadgehê li ser vê daxwazê biryara tehliyeyê ji bo Kiliçî daye.
Mûrat Dînçer, parêzerî Kiliçî ji bianetê re got ku, ew ji bo tehliyeya Kiliçî ber bi girtîgehê ve ketine rê û wiha axivî:
“Zêdetirî salekê ye ku ji bo biryara tehliyeyê bê dayîn, me bi rêkûpêk daxwazname pêşkêş dikirin. Vê carê, di nirxandina mehane de û gava dadgeh li betlaneyê bû, biryar derketiye. Girtîbûna wî siyasî bû, em wisa difikirin ku serbestiya wî li gorî hiqûqê ye”.
Çi bûbû
Taner Kiliç, Serokê Şaxê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê tevlî 22 parêzeran, Hezîrana 2017ê hatibû girtin. Dosyaya wî Çiriya Pêşiyê ya 2017ê tevlî dosyaya doza Buyukadayê kiribûn ku 10 mafparêz dihatin dadgehkirin. 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê biryara tehliyeyê ji bo wî hatibû dayîn, lê heman rojê beriya ku ji girtîgehê derkeve, biryara girtinê ji bo wî hatibû dayîn.
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmeha 2017ê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmeha 2017yê hatibûn girtin. (ÇT/FD)