Onûr Yaser Can: 4 polîs piştî 12 salan li pêşberî dadweriyê ne
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Têkildarî mirina Onûr Yaser Can polîsek ji wezîfeyê hatibû girtin 4 polîs jî bi tohmeta ku wezîfedarê dewletê di belgeyên fermî de sextekarî kiriye û belgeya fermî betal kiriye, ji holê rakiriye ango veşartiye” her weha pisporekî jî bi tohmeta ku “ bi awayekî nerast pisporî ango wergêrî kiriye, wezîfedarê dewletê di belgeyên fermî de sextekarî kiriye û belgeya fermî betal kiriye, ji holê rakiriye ango veşartiye” tên darizandin. Doza wan îro (30ê Ilonê) destpê kiriye.
Danişîn wêi 41emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk were û gelek kesan xwestine dozê bişopîne. Garo Paylan, Parlamenterê HDPê, Sezgîn Tanrikûlû, Parlamenterê CHPê û Ahmet Şik û Sera Kadigîl, Parlamenterên TIPê jî di nav wan kesan de bûne.
Ji ber ku salona danişînê piçûk bûye kesên xwestine dozê bişopîne li der mane. Di vê demê de polîs bi ser rojnamegeran ve çûne. Di navbera polîs û Tanrîkûlûyî de gengeşî çêbûye.
#OnurYaserCan Davası: Duruşma öncesi güvenlik gazetecilerin üzerine yürüdü. Milletvekilleri ile polis arasında tartışma yaşandıhttps://t.co/n6ooNPcxlE pic.twitter.com/9SmGl27Rej
— bianet (@bianet_org) September 30, 2022
Piştre danişîn li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran pêk hatiye ku salonê wê mezintir bûye.
Diviyabû danişîn di saet 10.00an de despê bikira lê di saet 10.50an de bi tespîtkirina nasnameyan destpê kiriye.
Tevahî polîsên bersûc bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBIS) beşdarî danişînê bûne.
Piştî axavtin û parastinan heyeta dadgehê 10 xulek navber daye danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye ku wê bi darê zorê ji polîsên bersûc Hakan Aydinî bîne danişînê.
Her weha danişîn taloqî saet 14.00ê 2 Kanûna Pêşiya 2022an kiriye.
Çi bûbû?
Onûr Yaser Can di sala 2010an de hatibû desteserkirin û li Beşê Narkotîkê îşkence lê hatibû kirin û ew şilfî tazî kiribûn. Piştî ku cara sêyan ji bo îfadeyê bang li wî kiribûn, wî xwe kuştibû. Hatîce Can dêya wî jî di Adara 2014an de xwe kuştibû.
Onûr Yaser Canî di 28 saliya xwe de, dêya wî jî di 57 saliya xwe de xwe kuştibû. (HA/AY)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
