Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Osman Kavala 1634 roj in li Girtîgeha Silivrîyê girtiye û bi wî re kesên weke Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Can Atalay û Tayfûn Kahraman di doza Geziyê de tên darizandin. Doza wan îro destpê kiriye.
Danişînê li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê destpê kiriye û dîsa Osman Kavala neanîne danişînê. Kavala bi SEGBÎSê li girtîgehê tevlî danişînê bûye. Her weha bersûcên din li salona dadgehê amade bûne.
Rojnameger, nûnerên Saziyên Sivîl, parlamenter, nûner ango konsolosên welatên Ewropayê û nûnerên Komîsyona Ewropayê jî di nav de nêzîkî 200 kesan danişîn şopandine.
Mafparêzên ku tên dadkirin li dijî nêrîna dozger Edîp Şahîner ku di 4ê Adarê de ji bo wan ceza xwestibû, parastina xwe dikin. Dozgeriyê di nêrîna xwe de ji bo Osman Kavala û Mucella Yapiciyê cezayê muebeta girankirî, ji bo Çîgdem Mater, Alî Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Şerafettîn Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgît Alî Ekmekçî ji 15 heta 20 salan cezayê girtîgehê xwestiye.
Kesên tên darizandin: Alî Hakan Altinay, Mucella Yapıcı, Ayşe Pinar Alabora, Can Dundar, Çîgdem Mater Utku, Gokçe Yilmaz, Handan Meltem Arikan, Hanzade Hikmet Germiyanoglû, İnanç Emekçi, Mehmet Ali Alabora, Mine Ozerden, Osman Kavala, Can Atalay, Tayfûn Kahraman, Yîgît Aksakoglû, Yîgît Alî Ekmekçî, Henry Jack Barkey.
Kesên Gilîkar: Hukumeta 61em di nav de 746 kes. Serekê gilîkaran serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan e. Dîsa Cîgirên Serokwezîrê wê demê û wezîrên wek Bulent Arinç, Alî Babacan, Beşîr Atalay, Bekir Bozdag, Binalî Yildirim, Egemen Bagiş, Erdogan Bayraktar, Ahmet Davutoglû, Muammer Guler, Omer Çelîk, Mehmet Şîmşek, Nabî Avci, Zafer Çaglayan, Sadûllah Ergîn.
Mafparêz bi çi tên tawanbarkirin: Di îdîanemeyê de protestoyên Parka Geziyê wekî " hewldana darbeyê " tê pênasekirin. 16 (+Henry Jack Barkey) mafparêz bi "organîzekirin û fînansekirina protestoyan" tên sûcdarkirin.
Danişînê bi axavtina Hakan Altinay destpêkir û Altinay weha got:
“Min nêrîna dozgeriyê xwend û ez şaşmayî mam. Nêrîna dozgeriyê gelek biryarên dadgeriyê û rastiyên herî bingehîn dubare tune hesibandiye. Dozgeriyê sûcdariyên li ser min di rûpela 55-56an a mutalaayê de bi 600 peyvan derbiriye. Dozgerî gotiye ez lijneya şêwirmendiyê û serokê lijneya rêveber a Açik Toplûmê û lijneya rêveberiya Anadolu Kulturê de me. Ez di herduya de jî nînim.”
“Dadrês û dozgerên ku telefona min dane guhdarkirin di doza FETOyê de hatin darizandin û ceza girtin. Ji ber ku yên ku telefona min guhdar kirine endamên FETOyê ye ez van delîlan napejirînim.”
Yapici: Gezî hêviyeke bêdawî ye
Piştî Hakan Altinayî Mucella Yapiciyê li dijî nêrîna dozgeriyê gotinên xwe got. Mucella Yapiciyê di parastina ku wê, Can Atalay û Tayfûn Kahraman bi hev re amadekiriye de weha got:
“Ez weke yek ji bi mîlyonan welatiyên ku beşdarî Geziyê bûne, wê hin tiştan bêjim. Niyet û tirsên we dizanim û ez van hewldanên we yên beyhûde qebûl nakim. Ji ber ku em li Geziyê bûn û em pê dizanin.”
“Gezî, di dîroka vî welatî de tevgera girseyî ya herî demokratîk, afirîner, wekhevîxwaz û tevlîkar e.”
“Berxwedana Geziyê di çarçoveya mafê demokratîk û azadiya xweîfadekirinê de li ser bingeheke gelekî rewa û destûra bingehînî de pêk hatiye û ev rastiye ke.”
“Em dizanin û bawer dikin, ez dizanim û ez bawer dikim ku Gezî ji bo wekhevî, azadî, edalet û demokrasiyê hêviya vî welatiye.
Mater: Min di jiyana xwe de senaryoyek bi vî rengî nexwendiye
Çîgdem Materê jî di parastina xwe de weha got:
“Du sal piştî beraeta xwe em hema hema bi heman nêrînê re rû bi rû man. Min berê jî gelek caran anî ziman, me belge pêşkeşî dosyayê kirin, lê dozgeriyê an belge nedît an jî baweriya xwe bi rastiya xwe anî.”
“Ez sînemakar im. Hin fîlm dikare bê çêkirin, hin fîlm jî wek proje dimîne. Sînema hunereke buha ye, heke hûn fînansman nebînin hûn nikarin vê karî bikin. Dozgeriyê bi hinceta ku çalakiyên Parka Geziyê bi ser neketine îdia kiriye ku xebatên me yên fîlman di nîvî de maye.”
“Dozger di îddîanameya xwe de gotiye ku em fîlmekî çêdikin û piştre behsa vê kiriye û fîlm nedîtiye. Wî qet ji min nepirsî, eger bipirsiya, min ê jê re bigota ku me sînema ji bo şahidiya dîrokê çêkir, ne çîrokên serkeftî.”
Hûn nikarin li dijî Destûra Bingehîn a ku hûn ji aliyê hiqûqî û exlaqî ve girêdayî ne tevbigerin û hûn neçarin biparêzin. Ez weke sînemavanekî min gelek senaryo xwendin, lê min metneke ku encama wê ez ewqasî matmayî hiştim, qet nexwendiye.”
Can Atalay: Ev dozekî polîtîk e
Piştî Matêrê Can Atalayî parastina xwe kir û got, “Ev dozekî polîtîk e. Em ê hemû bi hev re têbikoşin, em ê bi hev re biser kevin. Dozger di nêrîna xwe de ji me re dibêje teslîm bibin, esil hûn teslîm bibin.”
“Daraz li vir darizandinek û dozek polîtîk dike. Hûn mecbûr mane ku bi xebera Erdogan bikin. Hemû îdia li ser axaftinek telefonê hatine girêdan. Parêzerê min got, ‘li qeyda deng guhdar bikin’. Lê we guhdar nekir. Dozger Edîp Şahîner dikare vê bêje. Wek karmendek ku li teşkîlatek AKPê ya li çolterê dixebite ye.
Piştî Atalayî Tayfûn Kahraman parastina xwe kir û got:
“Protestokirina polîtîkayên hikûmetê ne hilweşandina hikûmetê ye. Bi lêdanê darbe çênabe, li me dan. Ji bo ku li min dane, ez bi kirina darbeye têm tohmetbarkirin”
Pişte Osman Kavala mafê axavtinê girt û di parastina xwe behsa pêvajoya girtîbûna xwe kir û bal kişand ser bêhiqûqîqiyên ku dozê de ne û weha got:
"Rastîya ku ez çar sal û nîvan di zindanê da mam, ji bo min windahiyek a ku nayê telafîkirin e. Tekane teseliya ji bo min, îhtîmal e ku tiştên ez rûbirû mam e, dê ji bo pirsgirêkên giran ên li dadgeriyê baştir were fêmkirin."
Piştî gotinên mafparêzan danişîn bi axavtina parêzeran didome.
Di danişînê de Kavala û hemû mafparêzan gotinên xwe gotin. Lêbelê ji ber ku gotinên parêzeran neqediya dadgehê danişîn taloqî roja Duşemê kir. Wê roja Duşemê dadgeh biryara xwe aşkere bike.
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.(HA/AY)