AMED
Mirov hewl didin ji navendê biçin gundan

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber bandora erdheja bi pileya 7.7ê ya li Pazarcixa Mereşê ya pêk hatiye, li Amedê Navenda Karûbara a Galeriayê hilweşiya.
Ji ber erdheja destpêkê ya saet di 04.17 deqîqeyan de pêk hatiye blokek, ji ber erdheja duyem jî ya saet di 13.24 deqîqeyan de pêk hatiye bloka duyem jî hilweşiya. Li gorî zanyariyan, tê texmînkirin di bin xirbeyî de 81 kes mabin.
Ji ber tirsa erdhejê gelek welatî dixwazin ji navendê biçin gundan, vî tiştî hiştiye ku rêyên Amedê bixitimin.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine sekinandin
Piştî erdheja duyem, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine sekinandin. Li Yenîşehîrê welatiyan ji derûdora enkazan dûr dixin. Polîs û leşker û rojnameger tenê dikarin bikevin qadê.
Niha rewşeke aram li Amedê heye lê ji ber ihtimala erdhejeke din, welatî ditirsin. (RY/TY/FD)
Li Amedê pêşangeha “Çîrokên Melezan” li benda we ye
.jpg)
Rojên Ma Musîcê dest pê kir

Li Amedê bîranîna 5ê Hezîranê: Hûn dikujin, lê dîsa jî em terorîst in
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Amed: Ne bi dilê me ye lê em ê dengê xwe dîsa bidin Kemal Kiliçdaroglûyî

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Biçin ser sindoqan
