Fotograf: Roza Yiğit / bianet
Ji ber erdhejên 6ê Sibatê ya li Mereşê pêk hat û bandor li 10 bajaran kir, li Amedê 7 avahî hilweşiyan. Ji van avahiyan yek jê 4 blokên Diyar Galerîayê ya li navçeya Yenîşehîrê ye. Ji ber hilweşîna vê avahiyê 89 kesan can dabûn. Ziyaneke mezin gihîştiye Her 3 blokan jî. Piştî erdhejê, biryar hat dayîn ku 3 blokên din jî bên hilweşandin. Xwediyên mal û kargehan dixwazim kel û pelên xwe yên şexsî yên di nava Diyar Galeriayê de mane, derxin. Ew li ber avahiya Diyar Galeriayê li hev civiyan û wan civîneke çapemeniyê li dar xist.
Beriya daxuyaniyê mexdûrên Galeriayê ji bo cîranên xwe û ji bo kesên di erdheja 11 parêzgehan de can dane, deqeyekê rêz girtin. Piştî kêliya rêzgirtinê, Serpîl Tura Kayda li ser navê mexdûrên Galeriayê daxuyanî da, Kaydayê diyar kir ku bi rojan e hewl dane giliyên xwe ji saziyên dewletê re ragihînin lê bersiva wan nehatiye dayîn:
“Bila bersiva daxwazên me bidin”
“Em niştecih û esnaf mexdûr in. Em dixwazin di malên xwe de tiştên xwe yên ferdî, yên madî û manewî derxin. Me ji duh bi şev li vir dest bi çalakiya rûniştinê kir. Ji kerema xwe re bêyî ku em di vê hewaya sar de li bendê bin, bersivê bidin daxwazên me. Em behsa mobîlyayan nakin, em dixwazin tiştên xwe yên madî û manewî, yên jiyanî derxin. Li avahiya me kesên xwedîburo li vir hene, parêzer hene, arşîvên wan hene.”
"Keda me ya 40 salî li hundir ma"
Kaydayê diyar kir ku diyarkirina ziyanê heta niha hatine kirin têrê nakin: “Me heta niha 2 caran daxwaza tesbîtan kir. Tespîtkirina yekem bi awayekî neobjektîf hate kirin. Hat gotin ku dilatasyon tune, hat gotin ku divê ti kes bi ti şêweyî nekeve avahiyê. Me xwest careke din biryarê bidin û Walîtî û Wezaretê ev tişt qebûl kir. Tesbîta duyemîn, berevajî ya yekem bû, lê têrê nedikir. Divê careke din biryar bê girtin û li ser vê biryarê em ê bi awayekî kontrolkirî vala bikin.”
"Ji bo sedî 10 zirarê tu kes nikare me asteng bike"
Yek ji xwediyên kargehan Suat Bakircîyî ji bianetê re diyar kir ku di rojên borî de ew bi şandeyek ketine hundir û şande ew nebirine cihên ku sitûnên xurt lê hebûn: "Şandeyek ji Çewlikê hat, em tevî endezyar û parêzer ketin hundir. Şandeyê em nebirin cihê sitûnên qayîm. Sitûnên ku piçekî xisar dîtine û ji wir jî dikare were derxistin. Ev mafek e. Hûn sûcê van mirovan digirin ser xwe. Ger bi rastî jî hundurê avahiyan xera bibûya, dê çima ev mirov ewqas li ber xwe bidana? Heta ku em hemû bi hev re alavên xwe negirin ev têkoşîn wê bidome.”
Welatiyeka din jî daxwaza çareseriyê kir û diyar kir ku keça wê 3 meh berê zewiciye û tiştên wê jî saxlem in.
“Li ser vê yekê walîtî ti daxuyaniyan nade”
*Cîhan Ulsen
Serokê Partiya DEVAyê yê rêxistina bajarê Amedê Cîhan Ulsenî jî li ber Diyar Galeriayê ji bianetê re got ku li herêma erdhejê pirsgirêka nebûna ragihandinê heye. Ûlsen, diyar kir ku piştî erdhejê ev pirsgirêk bû sedem ku gel zêdetir mexdûr bibe:
“Xelkê vê derê ji xwe mexdûrên erdhejê ne. Walîtî derbarê vê yekê de ti daxuyaniyan nade. Xala herî girîng jî ew e ku îro li herêma erdhejê pirsgirêka nebûna ragihandinê heye. Tenê li gorî agahiyên ku me ji derve girtine, Walî daxuyanî da û got ku ew nikarin ti berpirsiyariyekê bigirin ser xwe. Ji xeynî vê ti daxuyaniyeke fermî nîne. Daxwaza me ew e ku pêvajoya tehliyekirinê bi tîmên pispor re were kirin. Divê walîtî van kesan bêpar nehêle. Ger ew neyê derxistin jî, divê derbarê tiştên ku nehatine kirin de daneyan pêşkêş bike. Pêvajoya qanûnî ya derbarê vê yekê de jî berdewam dike.” (RY/FD)