Meşa Rûmetê ya Stenbolê: Lûbûnyayan li Nîşantaşiyê ala keskesor hilda
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di gel ku bi rengekî fermî nehatibû qedexekirin jî, ji bo Meşa 21an a Rûmetê ya Stenbolê, polîsan hemû kolanên Taksîm û Cîhangîrê girtibûn.
Çalakvanên LGBTI+, femînîst û mafparêz li Nîşantaşiya Şîşliyê hatin ba hev.
Îsal bi navê “Em dizîvirin/vedigerin” çalakî pêk hat. Lûbûnyayan kolanên Şîşliyê kirin qadên berxwedanê.
Digel ku gelek astengî derxistin pêşiya wan jî LGBTI+ li Parka Mistikê ya Nîşantaşê kom bûn û alayeke mezin a keskesor li otoparkê ya li beramberî parkî daliqandin. Her weha li vir civîneke çapemeniyê jî pêk anî:
“Ji jêr heta jor hemû saziyên dewletê we em kirin hedef. Lê em îro liv ir in. Hûn nikarin bi me û hûnê nikaribin bi me.”
Girseyê di dema çalakiyê de sloganên “Dema lûbûnya azad bin, wî cîhan biheje”, “Kurdistan heye lûbûnya hene”, “Tayyîp bireve bireve bireve lûbûnya tên”, “Helbet em ê dewleta transfobîk birûxînin” berz kirin.
60 kes hatin desteserkirin
Alîkarê Midûrê Emniyetê yê Stenbolê Hanîfî Zengînê k udi dema çalakiyên berê de gef li rojnamegeran xwaribû û bi tacîz û derblêdanên xwe yên di dema çalakiyên Meşa Rûmetê de di rojevê de bû, hat cihê çalakiyê. Polîsan gelek wesayitên desteserkirinê anîn heman cihî.
Polîsan edîtorên T24ê Candan Yildiz û Hazal Sîpahî û dansvan Serkan Oztûrk dorpêç kirin. Ozturk hate desteserkirin, Yildiz û Sîpahî serbest bûn.
Polîsan digel LGBTI+ femînîst jî desteser kirin. Li gorî zanyariyan 60 kes hatin desteserkirin. Temenên du kesan ji wan di bin 18yan de ye.
Lûbûnya piştî li hemû Nîşantaşiyê meşiyan, çalakiya xwe bidawî kirin.
Piştî ku çalakî bidawî bûn, polîsan li Beşîktaşê kesên li kafeyekê rûniştibûn desteser kirine. (HA/FD)
Doza Saraçhaneyê: Dosyayên 12 kesên ku di nav wan de rojnameger jî hene hatin cûdakirin

Di 41emîn danişînê de jî ji bo Ahmet Yildizê edalet pêk nehat

"Lihevkirina bajarî îrade ye, krîmînalîzekirin wê nayê qebûlkirin"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2025
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin

Aktîvîsta LGBTI+yan Îris Mozalar ku bi daxwaza girtinê şandin dadgehê, serbest bû
