Meşa li dijî tiryakê li Amedê: "Ev pirsgirêk jehreke berbelave û pirsgirêkeke pergalî ye"

Li Amedê meşek li dijî bikaranîna tiryakê hat lidarxistin. Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li ber Bircên Ben û Senê yên li navçeya Sûr a Amedê bi daxuyaniyekê avabûna xwe ragihand.
Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û hevşarêdarên navçeyên Amedê, Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Girseya ku ewilî li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê kom bû ji vir heta Bircên Ben û Senê yên li navçeya Sûr a Amedê bi pankart, dowîz û dirûşman meşiya. Cihê ku girse têde meşiyan welatiyan jî bi çepikan piştevaniya meşê kirin.
Di meşa ku bu dirûşmeya “Şiyar be! Azad be! Aram be! Ava ke!” pêk hat de hat diyarkirin ku temenê bikaranîna tiryakê daketiye 9an.
Piştî meşê hevberdevkê Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê Murat Kan daxuyaniya çapemeniyê xwend.
"Rewşa xwebûnî dikeve zorê"
Kar di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku têkoşîna civakî ya li dijî tiryakê dikare bide rawestandin û wiha dewam kir:
“Nirxên çandî û exlaqî yên ku civak dihewîne weke potansiyel hemû nasnameyan diyar dikin. Heyînbûn, zindîbûn, mirovbûyîn... Nasnameyên me bi nirxên me yên çandî û exlaqî diyar dibin. Lê belê civaka ku ji van nirxan qut dibe ji xwe biyanî dibe û nasnameya wan tevlîhev dibe. Rewşa xwebûnî dikeve zorê. Dîrok nîşan dide ku yê xwe bi awayekî civakî nekare ava bike, nirxên xwe yên civakî nekre biparêze; yan asîmîle bûye yan jî tune bûye.”
"Ev pirsgirêk jehreke berbelave"
Kar, diyar kir ku pirsgirêka narkotîkê dê nasname û çanda civakê ji holê rake û wiha berdewam kir:
“Hêmanên wekî elimandinên hişbir, fihûş û çilvirînê dizivirîne amûrên êrîşê û bi bandor li dijî civakê bikar tîne. Ev pirsgirêk ne tenê zerarê dide ferd, di heman demê de zerarê dide tevna civakî û hêza berxwedana civakê dişkîne. Hişbir û fihûş, amûrên bi kêrhatî ne ku civakê ji hundur ve dirizîne û pergala kapîtalîst û serdest xwe bi van amûran xurt û mezin dike.
Bi van amûran ,bandorê li hemû beşên civakê dike û yekîtiya civakî parçe dike. Elimandina maddeyan ne pirsgirêkeke ku tenê bandorê li tenduristiya fîzyolojîk an jî psîkolojîk a kesan dike. Ev pirsgirêk jehreke berbelave ku siberoj, exlaq û nasnameya civakê belav dike û dihelîne. Kesê ku pergala hişê wî/wê ya navendî hilweşe, ne tenê ji hêla biyolojîk ve di heman demê de ji hêla ramanî ve û ji hêla hilberînê ve jî têk diçe; bi vî awayî hêza xwe ya ramanî, hilberandin û berxwedanê jî winda dike. Ji ber vê yekê, kesê ku tiryakê ve girêdayî dibe, dibe amûrek bêhêz û bi hêsanî tê beralîkirin. Madeyên hişbirê ne tenê kesan ji xwe, ji malbat, derdora wî û civakê qut dike, di heman demê de wî li hemberî derdorê û civakê biyanî dike.”
"Em xwe rêxistin bikin"
Berdewamiya daxuyaniya çapemeniyê ya ku amaje bi wê yekê dike ku pirsgirêka tiryak û fuhûşê jî ferzkirina sîstemê ye, wiha ye:
“Ev bang her kesê vedixwîne berpirsyariyê! Ciwanino, Jinino! Em hêza pêşeng a vê têkoşînê ne. Em hemû ji hişbirên ku siberoj û azadiya me ji me distînin re bibêjin na. Malbatino! Erka me ya herî bingehîn e ku em zarokên xwe ji lepên vê pergala bi jehrî rizgar bikin. Em dikarin bi rêxistinkirinê vê çerxa jehrê têk bibin…
Rêxistinên Girseya Demokratîk; Em hemû ji çareserkirina vê pirsgirêkê berpirsyar in. Ger sedema hebûna me çareserkirina pirsgirêkên civakî ye, wê çaxê niha em bi hev re têbikoşin! Bi kurt û kurmancî em hemû berpirsyarin! Em dikarin bi hev re civakek li ser nirxên exlaqî avabikin. Di destê me de ye ku em vê tarîtiyê têk bibin. Ji ber ku nirxên ku civakê wenda kiriye bi bêdengiya me re winda dibin. Werin em bi hev re vê bêdengiyê bişkînin û bi hev re pêşerojeke azad ava bikin! Em xwe rêxistin bikin. Xwe hişmend bikin, xwe azad bikin!”
(ED/AY)
10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê kir

Li Amedê lansmana projeya ‘Raborî Pêşeroj e’ dest pê kir

Hevşaredarên Amedê rapora xebatên xwe yên salekê aşkere kirin

Li Amedê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Qehwe û Felsefe: “Bi vexwarina qehweyekê re sohbetên ser felsefeye”
