10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê kir

10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê, ku îsal bi dirûşma "Çiraya Me Geş Dibe" tê lidarxistin, li Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê bi resepsiyonekê dest pê kir.
Di festîvalê de bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ermenkî dê 12 lîstik bên lîstin. Festîvala ku îro dest pê kir, dê heta 4ê Gulanê berdewam bike. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyên Amedê jî di navde gelek şanoger û welatî amade bûn.

10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê wê dest pê bike
Peyama şanogerên rojavayî
D festîvalê de peyama şanogerên Rojavayî hat xwendin. Her weha şanogerên Rojavayî di peyama xwe de destnîşan kirin û wiha gotin: “Gelek caran şanoya wan hat qedexekirin. Lê hêza hunermendan her dem ket pêş. Tarîtî ronî kir. Em ji bo hevdîtina gelan û jiyanek birûmet şanoyê pêşkêş dikin. Em ê bi dengê xwe yê azad her dem binivîsinin.”
Hevşaredar Hatun: Me soz dabû gelê xwe
Piştî axaftinên vekirinê, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun axivî. Hatun bîr anî ku berî hilbijartinan wan soz dabû gel ku ew ê bajêr bi çand û hunerê ji nû ve ava bikin û got: "Hevalên me berî 5 salan, dîsa di bin banê şaredariyê de ev festîval dest pê kiribû. Dema qeyûm hatin, valahiyek çêbû, lê hevalên me dîsa ber xwe dan û gelê me, bajarê me bê şano nehiştin. Ji ber vê berxwedana wan, em spasiya wan dikin û li pêşberî wan serê xwe ditewînin."
"Em spasiya her kesê ku ronahî nîşanî me daye dikin"
Hevşaredar Hatun, ku destnîşan kir ku yek ji rêyên ku mirov ji tariyê derbasî ronahiyê dike jî huner e, axaftina xwe wiha domand: "Em hemû dizanin ku huner ronahî ye. Her dema ku tarî li ser hunera Kurdî çêbû, hevalekî me rabû, çira girt destê xwe û ronahî nîşanî me da. Em spasiya kesên ku ev ronahî nîşanî me dane û gihandine îro dikin. Li bajarê me bi hezaran sal e pirzimanî heye. Hunera pirzimanî û pirçandî her tim dê li bajarê Amedê hebe. Ji ber vê yekê, wan ev xebat bi Kurdî, Tirkî û Ermenî li dar xistin. Ev jî cejneke rengên pir xweş e û nîşaneya wê ye ku hemû gel dikarin bi hev re bijîn."
Ji lîstikvanan re plakêt hatin pêşkêşkirin
Piştî pêşkêşkirina lîstikê, Hevşaredar Hatun plakêt pêşkêşî lîstikvanan kir û bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî festîvalê bibin.
Festîval dê 9 rojan bidome
Di festîvala şanoyê ya ku dê di navbera 25ê Nîsanê û 4ê Gulanê de 9 rojan bidome de, li gel pêşkêşkirina lîstikên bi Tirkî, Kurdî û Ermenî, dê xebatên atolyeyê jî hebin.
(ED)
Meşa li dijî tiryakê li Amedê: "Ev pirsgirêk jehreke berbelave û pirsgirêkeke pergalî ye"

Li Amedê lansmana projeya ‘Raborî Pêşeroj e’ dest pê kir

Hevşaredarên Amedê rapora xebatên xwe yên salekê aşkere kirin

Li Amedê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Qehwe û Felsefe: “Bi vexwarina qehweyekê re sohbetên ser felsefeye”
