MURAT TURKER NIVÎSÎ
Li Kurdistanê kişandina filman çima zehmet e?

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ebrû Avciyê di Doclisboa festîvala belgefilman a herî rêzdar a Ewrpayê de Xelata Juriyê ya Navdewletî ya Yekîtiya Nivîskarên Portekîz stand. Festîval di navbera 19 û 29ê Çiriya Pêşiyê de bi rê ve çûbû û belgefilma bi navê Li Kurdistanê kişandina filman çima zehmet e? (Why is Difficult to make Films in Kurdistan) di çarçoveya pêşbirka navdewletî ya festîvalê de hatibû nîşandan. promiyera cîhanê ya belgefilmê li Lîzbonê çêbûbû ku film 26 deqîqe ye.
Behsa hewla jineke Kurd dike
Jineke Kurd a ji malbateke muhafazar dixwaze beşa sînemayê bixwîne. Di film de jineke ku ji bo mezinên malbatê îqna bike dîmenan ji jiyana rojane dikişîne tê dîtin. Li gel vî tiştî heman jin ji bo liv û tevgerên xwe bide qebûlkirin hewl dide ku ev liv û tevger di civaka baviksalarî de dijber tên dîtin.
Bijareyên ji Doclisboayê
Di Pêşbirka Navneteweyî de Xelata Lîzbonê ya Filmê Herî Baş dan Milla yê Valérie Massadianê. Belgefilma bi navêAlso Known As Jihadi (Weke Cîhadîst jî tê Naskirin) yê Eric Baudelaire, filmê bi navê Becoming Cary Grant (Bûna Cary Grantî), filmê Grace Jones: Bloodlight and Bami yê Sophie Fiennesê çend filmên din ên ku li festîvalê hatin nîşandan. (MT/HK/FD)
MÛRAT TURKERÎ NIVÎSANDIYE
FilmAmedê dest pê kir

‘Rê’ya Yılmaz Guneyî wê ber bi Lîzbonê ve biçe

Belgefilma li ser Yilmaz Guneyî li Yewnanîstanê xelat standiye

Li Festîwala Fîlman ya Triesteyê filmên li ser Kurdistanê dê bên nîşandan

Dil Leyla li Amsterdamê ye
