Belgefilma li ser Yilmaz Guneyî li Yewnanîstanê xelat standiye

Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Festîvala Beyond the Borders ya belgefilman îsal sêyem car li Yewnanîstanê, li Grava Meisê çêbûye. 2yê Îlonê festîval bi bernameya xelatdayinê re qediya ye. Festîvalê 26ê Îlonê dest pê kiriye.
Belgefilma bi navê The Other Side of Everything (Rûyê din ê hemû tiştan) a Mila Turajê di festîvalê de xelata herî baş a belgefilmên sosyo-polîtîk standiye. Film ji Sirbistanê beşdarî festîvalê bûye.
Filma li ser Yilmaz Guneyî xelata herî baş standiye
Di festîvalê de xelata herî baş a belgefilmên dîrokî dane belgefilma bi navê “Çirkin Kral Efsanesi” (Efsaneya Qralê Nexweşik). Film ji hêla derhêner Huseyîn Tabak ve hatiye amadekirin ku Tabak Kurd e û li Almanyayê ji dayik bûye.
Belgefilma Tabakî di meha Nîsanê de li Festîvala Filman a Stenbolê hatibû pêşkêşkirin. Jurîya Beyond the Bordersê bi gotinên “gelekî coşbûyî” û “bibereket” pesnê filmî daye.
Her weha hatiye diyarkirin ku film dihêle temaşevan, bi nêrîneke cuda û xweser li têkoşîna kurdan a li Tirkiyeyê binêrin.
Juriyê her weha xelata mansiyonê daye sê filman. Filmê bi navê Living with Walls (Jiyana bi dîwaran re) yê behsa dîwarê li Lefkoşeyê, paytexta Qibrise dike, filmê bi navê Camdodian Textiles (Rêsînên Kamboçyayê) ê behsa veberhênaniya hevrişîma li Kamboçyayê dike û filmê The Balcony – Memories of the Occupation (Şaneşîn-Bîranînên Dagirkeriyê) yê behsa tiştên Naziyan li Yewnanîstanê kirine di vê çarçoveyê de xelat wergirtine. (MT/EKN/FD)
MÛRAT TURKERÎ NIVÎSANDIYE
FilmAmedê dest pê kir

‘Rê’ya Yılmaz Guneyî wê ber bi Lîzbonê ve biçe

Li Festîwala Fîlman ya Triesteyê filmên li ser Kurdistanê dê bên nîşandan

MURAT TURKER NIVÎSÎ
Li Kurdistanê kişandina filman çima zehmet e?

Dil Leyla li Amsterdamê ye
