Li Festîwala Fîlman ya Triesteyê filmên li ser Kurdistanê dê bên nîşandan

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Bajarê Triesteyê yê Îtalyayê Festîwala Fîlman ya Navneteweyî ya 29. dê bê pêkanîn. Fîlm dê di rojên 19-28ê Kanûna Paşiyê de bêne nîşandan.
Di festîwalê de fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm dê bêne nîşandan.
Di festîwalê de fîlmên anîmasyon, Art & Sound(deng û hûner), fîlmên li ser giyanê serhildêr yê nifşê 68ê û fîlmên li ser Kurdistanê dê bêne nîşandan.
Fîlamê destpêkê dê sîlmê Sympathy for the Devil (Sempatîya ji Şeytanî re) ya Jean-Luc Godardî be.
Ji Kurdistanê silav li we bin
Fîlmê Behman Gobadîyî ya bi navê Alaya Bêwelat (A Flag Without Country) jî dê bê nîşandan. Bûyerên di fîlmî de li Kurdistana Iraqê diqewimin.
Fîlmê Keçên Agirî(Filles du Feu) ya derhênerê fransî, Stéphane Breton ku di sala 2017ê de hatiye çêkirin dê bê nîşandan.
(MT/EKN/MB)
MÛRAT TURKERÎ NIVÎSANDIYE
FilmAmedê dest pê kir

‘Rê’ya Yılmaz Guneyî wê ber bi Lîzbonê ve biçe

Belgefilma li ser Yilmaz Guneyî li Yewnanîstanê xelat standiye

MURAT TURKER NIVÎSÎ
Li Kurdistanê kişandina filman çima zehmet e?

Dil Leyla li Amsterdamê ye
